Sibe, 21ê sibatê roja zimanê dayikê ye. 21ê sibatê wek roja zimanê dayikê li dinyayê tê pîrozkirin.
Kurd jî îsal 21ê sibatê, roja zimanê dayikê bi gelek aktîvîteyên cuda pîroz dikin.
Pîrozkirin, xebatên ji bo zimên baş in, dibê meriv destegê bidê...
Lê belê kurdê/kurda bi zimanê xwe nizane, kurdên bi hev ra bi tirkî dipeyivin, dibê ji xwe pipirsin, bibêjin "çima em bi zimanê xwe nizanin ?"
Çima em bi zarokên xwe ra bi tirkî dipeyivin?
Ma ev ne şerm e ?
Serokê Tirkiyê Recepp Tayipp Erdogan, bang li tirkan kiriye, gotiye li zimanê xwe xwedî derkevin, miletê zimanê xwe wenda bike ew jî wenda dibe.
Mêrik wiha gotiye:
”Welatekî berê ziman, dûra artêş dipê.
Miletê zimanê xwe wenda bike hafizeya xwe wenda dike, şexsîyeta
xwe wenda dike, heta û heta bawerîya xwe jî wenda dike.
Civatên girêdana xwe bi zimanê xwe ra sist bikin, bi demê ra
dibin kerî, nikanin xwe ji kolonyalîzmê, ji bênasnametîyê (bêhuwîyetiyê) xelas bikin.
Li parzemîna Ewrûpayê beşekî mezin ê hemnîjadên me (yanî
tirkan) ji ber ku girêdana wan bi zimanê wan ra qut bû, em baş zanin giş bûn
silaw.”
Ez van gotinên Erdogan dîyarî kurdan û siyasetmedarên kurd
dikim. Çimkî ev gotinên Erdogan ji tirkan bêtir ji bo me rasttir e, me zimanê
xwe wenda kiriye, em bûne kerî, me hafiza xwe wenda kiriye.
Hin kurd hene bi çend zimanan zanin, lê bi zimanê xwe nizanin.
Kurdê, kurda bi kurdî nizanibe ew çelziman be jî li ber dilê
min bêqîmet e, dilê min lê rûnane.
Meriv kane gelek zimanan fêr bibe, meriv çiqas zimanî fêr
bibe hewqasî baş e. Lê belê zimanek tenê xîtabî dilê meriv, ruhê meriv dike. Ew
jî zimanê dayika meriv e, zimanê qewmê meriv e.
-Ez bi Xwedayê xwe ra bi îspanî dipeyivim, bi jinanan ra bi
îtalî, bi mêran ra bi fransî û bi hespa xwe ra jî bi almanî dipeyivim.
///Carl von Clausewitz
Ez bi tirkan ra bi tirkî, bi swêdiyan ra bi swêdî û bi kurdan ra jî bi kurmancî dipeyivim. Ez merivekî xizmetkar û evîndarê zimanê xwe me.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar