Şahekî Îranê bi çavê şairan li xwe dinêrî, meraqa wî ji nivîsandina şiîran ra pirr hebû û dinivîsî jî.
Lê belê bi mereqê tenê meriv nakane bibe şair. Dibê hin tişt di binê tûrikê
meriv da jî hebin.
Şiîrên wî nivîsîn ne tu şiîr bûne, gotinên vala, pela pûçî bûne.
Lê belê her cara ku şiîrek dinivîsî ew ji şelafên(şalûzên)xw ra dixwend û wan
jî tim pesnê şairîya wî didan, digotin:
Rojekê ji rojan, ji şiîrên xwe yek ji şairê bi nav û deng, ji Kaanî î Şîrazî ra xwend. Kaanî î Şîrazî merivekî rastgo bû. Piştî ku şiîr xwendin ji şah ra got:
-Şiîrên te ji tiştekî ra nabin, ne tu şiîr in.
Şah hêrs bû, di cî da emir da peyayên xwe, got:
- Zû, vi kerê çolê bibin bavêjin êxur.
Bi milên Kaanîyê reben girtin, birin avêtin axurekî, nav
dewêr. Feqîro demekê di êxur da ma.
Piştî demekê, li ser daxwaz û rica hin kesên maqûl û rîsipîyên
qesrê, şah, Kaanî efû kir. Ew birin huzûra şah. Şah got:
-Ya Kaanî, min tu azad kir. Di vê rojên tu di êxur da bû,
min him gelek şiîrên nuh nivîsîn û him jî şairîya xwe bi pêş da bir. A ji te ra
van şiîrên min bixwîne û fikrên xwe ji
min ra bibêje.
Kaanî şiîr xwendin û piştî ku kaxet paşde da şah, bi dengekî
hêdî got:
Şahê min, ez koleyê te dîsa vedigerim êxur...
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar