16 februari 2021

Agahdarî !

Ev çar sal in min her sibe dûlikek dilan û pêkenînek dinivîsî. Min biryar da ezê demekê nabênê bidimê.

Di vê rewşa em tê da ne, di vê herbê da qet ji dilê min nayê ez dûlik û pêkenînan binivîsim.

Tirk, faris û ereb wek gurên devbixwîn êrîşî me dikin, fuzeyan bi ser Hewlêrê da dibarkînin, nahêlin kurd li çiyan û di şikeftan da jî bisitirin.

Her roj herb û kuştin e, malwêranî û koçberîye. Li çarhawêlî welatê me heb e, xwîna kurdan diherikînin.

Di vê perîşanîyê da ji dilê min nayê pêkenînan binivîsim. Erê berê jî halê me ne tu hal bû, lê nuha gelkî xerabtir e. Miletê kurd bi tevayî di bin jenosîdeke mezin da ye.

Tirkan Kurdistana bakur kirine kampeke nazîyan, milet nikane bîna xwe bigre, rojê bi sedan însanî digrin.

Hela bira demek derbas be, belkî rewş hebekî baştir bibe, wê demê ez dîsa dest pê bikim. Lê nuha bi Xwedê qet ji dilê min nayê çîrokên mîzahî binivîim.
Ez zanim ev beyana min ewê ne bi dilê hin xwendevanan be; ji xwe hinek li dij derketine, gotine dom bike.

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar