Merivên parlamenterê AKPê Îbrahîm Halîl Yildiz, di 14ê hezîranê da li Surûcê di dikanekê da
bav û lawekî wî kuştin û dû ra ew jî li nexweşxanê kuştin.
Yanî bav û du lawên wî bi wahşeteke mezin kuştin. Lawekî malbatê jî di hefsê da
ye, jê ra 150 sal ceza tê xwestin.
Dayika herdu zarokên kuştî Emîne Şenyaşar û lawê xwe ji bo ku derdên xwe ji
serokê AKPê yê Rihayê ra bibêjin û alîkariyê jê bixwazin, çûne ber avahiya AKPê
ya Rihayê.
Pûlisan nehîştine ew li ber derîyê AKPê rûnin, bêyî ku kesî bibînin ew û lawê wê girtine, birine qereqolê.
Bêedaletiyeke wiha nehatiye dîtin, dewletek ji edaletê, ji însanîyetê ne bêpar be zulmeke wiha li jinekê, li malbatekê nake. Lê dewleta tirkan dike...
Li Diyarbekrê bi mehan bi sedan kes bi merasim, bi helahop li ber derîyê HDPê rûniştin, wezîrek diçû, wezîrek dihat, ber derê HDPê kirin qada sînemayê. Kameremanên telewîzyonan pê li serê hev dikirin. Pûlisan kes negirt.
Lê nehîştine Emîne Şenyaşar saetekê li ber deriyê AKPê rûne. Zorbatîyeke wiha nehatiye dîtin.
Dayikek mezlûm, du lawên wê û peyê wê kuştine, lawekî wê xistine hundur, lê dîsa jî vê zulmê lê dikin.
Dewletek ancax kane hewqasî zalim û xedar be.
Dewleteke bi şeref li jineke mezlûm vê zulmê û neheqiyê nake.
Helbet dewleta tirk kane bi jineke siwîl, milyonek çekdarên wê hene, lê heger ew dewlet ne sadîst be, ne namerd be li jineke hemwelatîya xwe, dayikeke peyê û du lawên wê hatine kuştin vê zulmê nake.
“Dînê dwelet çi ye?”
Wî jî gotiye:
“Dînê dewletê edalet e. Dewleta edaleta wê tunebe dine wê jî
tuneye.”
Li gorî vê gotinê meriv kane bi dilekî rehet bibêje dîne
dewleta tirkan tuneye. Çimkî ji edaletê ji bin da bêpar e. Heta ji wan tê bira
demagojîya dîn bikin.
Ji xwe ra edaleta welatên Ewrûpa û Tirkiyê miqayese bikin.
Edaleta Îsraîl û ya Tirkiyê miqayese bikin !
Tirkiye dewleteke zalim e, dinê wê jî, îmana wê jî zulm e,
teror e. Ji bo wê jî Tirkiye bûye zîndan, bûye wek kampeke êsîran.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar