Ez dixwazim di vê nivîsa xwe da welatekî û qiralê wî bi we bidim naskirin. Welatê ezê bi we bidim naskirin navê wî Swaziland e û Qiral jî Msouatî ye.
Dibe ku gelekê we vî welatî berê nas dikin, lê tişt nabe dibe ku hinkên wek min nas nekin jî hebin.Ya din jî di tezekirina hafizayê da tu zirar tuneye. Swazîland welatekî li Başûrê Afrîkayê ye. Swazî reşik in. Di sala 1968an da ji bin destê Înglîzan rizgar bûye û bûye welatekî serbixwe. Swazîland 17 hezar 363 km2 mezin e. Li Bakurê Kurdistanê firehiya axa bajarê Ruhayê tenê 18 hezar 584 km2 mezin e. Yanî Ruha ji Swazîlandê 1221 km2 mezintir e. Nufûsa Swazîlandê jî di nabênê 7.000 - 1 mîlyonî da ye. Yanî bi qasî nufûsa Diyarbekrê jî tunye. Wek min got, Swazîland welatekî serbixwe ye, endamê Koma Netewan û gelek rêxistinên din e. Yanî dewletek e û ji alî hemû dinya va jî wek dewlet tê naskirin. Hinek kanin bibêjin heyran dewletên ji viya gelkî biçûktir, yên nufûsa wan deh hezar in jî hene, tu qala çi dikî? Rast e, hema Îzland nimûneya herî balkêş e. Nufûsa Îzlandê li dora sêsed hezarî ye. Lê ji Koma Netewan bigre, heta bi NATO yê Îzland endamê hemû rêxistinên navnetewî ye. Û li dinyayê jî dewleteke gelkî bi qedir û qîmet e. Malta jî wiha ye.
Nufûsa Maltayê çarsed hezar e û mezinayiyê wê jî bi qasî qeza min Wîranşarê jî tuneye, here were 316 km2, lê Malta endamê Yekîtiya Ewrûpayê ye.Yanî bêguman nimûne gelek in. Nizanim çima lê nimûneyên wiha gelkî tesîrê li min dikin, ez pê li ber xwe dikevim, ji xwe fedî dikim. Yê me bi 30-40 milyon nifûsa xwe em hîn bênav in, dema Serokwezîrê Tirkiyê dibêje ”kurd hene, em hebûna wan qebûl dikin”, em vê yekê wek bûyereke pir mezin dibînin û pê gelkî kêfxweş dibin.
Xelk bi çarsed hezar nûfûsa xwe, bi 316 km2 erdê xwe li dinyayê dewletên pir bi qedir û qîmet in, di siyaseta dinyayê da giraniya wan heye, bûne endamên Koma Netewan û YE, lê em hîn ji bo qebûlkirina navê xwe xwînê dirjînin. Dema yek ji me ra dibêje, ”erê hûn kurd in” em vê yekê wek serkeftinekê qebûl dikin û gelek methiyan li ser dipêjin.Yanî ferqa me û xelkê hewqas mezin e. Hûn rastiyê dixwazin heta nuha min bi xwe nizanîbû li dinyayê welatekî bi navê Swazîland yê serbixwe heye. Heger min berê bihîstibe jî nuha nayê bîra min. Wê rojê di rojnameya Metro(6/9)da min nivîsek li ser Qeralê Swazîlandê Msouatî û jiyana wî xwend. Piştî min nivîs xwend, wek mêrikê dema li erzûhala xwe guhdarî kir û giriya, giriyê min jî bi hale me kurdan hat. Min ji xwe ra got, wey xwelî li serê me be, em bi qasî swaziyan jî nabin. Em kurdên kakurê Kurdistanê zêdeyî bîst mîlyonî ne, lê ”serokê koma komalên kurdistanê” (min bi xwe ji vî navî tiştek fêm nekir)Ocalan, bira serxwebûn li wir bimîne, me layiqî otonomiyê jî nabîne, yanî camêr otonomiyê jî ji me ra zêde dibîne. Dema serokên me ev bin, helbet ewê halê me jî wiha be! Qiralê Swazîlandê Msouatî 37 salî ye, nuha tenê neh jin û sê dergîstiyên wî hene û salê carê jî yeka ciwantir li herema xwe zêde dike. Li gor agahdariya Alexandra Pascalidou, bavê Msouatî 60 jinên wî hebûne. Ez fêm nakim malneket çawa pêra digîhand? Yanî feqîrê Msouatî hîn negihîştiye ji çaran yekê bavê xwe. Yê wî hîn tenê donzde heb in. Li gor raporên Koma Netewan, ji sedî çelê nifûsa Swazîlandê vîrûsa aids ê pê ra heye. Ji bo ku rê li ber belavbûna aidesê were girtin, çar sal berê Msouatî bi fermanekê têkiliya cinsî ya berî 18a qedexe kirye. Heger zilamek vê fermanê binpê bike û bi keçeke ne 18 salî ra têkeve têkiliya cinsî, ewê mangeyekê yanî wek “cêrikî” dibêjin, ewê cêlekekê ceza bide malbata keçikê. Îcar ji ber ku qelin ya jî “ceza” here were “mangeyeke belek” e, wiya jî her kes dikane bide, loma jî berî her kesî, piştî du mehan Qiral Msouatî bi xwe ev fermana xwe binpê kiriye û bi yeka hivde salî ra zewicîye. Lê bi wî şertê ku camêr “cezayê” xwe jî daye.Yanî mangeyek wek qelin daye malbata keçikê. Msouatî ji bo ku bikanibe bi hawakî herî hêsan jinên xwe hilbijêre, salê carê festeke mezin çêdike û di wê festê da jinên xwe yên pêşerojê hildibijêre.Dema keçik di bin hijdan ra be, camêr manga xwe dide û meselê hel dike. Min ji xwe ra got, xwezî hemû jinên kurd ev nivîs bixwenda. Wê demê ewê bidîtana ku em peyên kurd çuqasî qedir û qîmetê didin wan! Li ba me qelin bi kêmanî keriyek pez e. Û xelata xalê, xelata birê, xelata pismêm, xelata apê jî ne tê da.
Ev xelat jî wer ne tiştên hûrik mûrik bûn, divê ya filînteyek ecem bûya, ya jî bi kêmanî şeşderbek bûya ku wek xelat bihata qebûl kirin. Îcar kê bîra xwe û mangeyekê biriye? Diyar e li welatê xelkê qîmeta jinan tuneye. Jinek bi mangeyekê? Wey kevir bibare! Li ba me, xort û pêxwasên diketin derîyê bûkê, mangeyek wek heqê derî hindik dîtin. Lê li gel vê ferqê jî Swazîland dewlet e, xwedî Qiral e. Û em jî hîn xwînê dirjînin ji bo ku hinek ji me ra bibêjin, “erê hûn hene”! Wey arî li serê me be! Heger hinekê bixeyidin, hema bira xwelî li serê min tenê be! |
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar