Îro li mala me teqereqa karkiran e, em paceyên xwe diguherin. Mal tevlihev e, min kompîtor nuh vekir.
Xaniyê me di sala 1974a da lê bûye, pace hîn ew pace ne.
Textên çend heban riziyabûn, guve guve bê bû. Vê çelê zivistanê me xwe xist vê
teqereqê. Hoste dibêje ewê du rojên din jî bajo.
Hêvî dikim rast be, dirêj najo, nemîne sala bê.
Lê ez bar nakim berî serê salê biqedînin, gelek hingeding û
hûrikmûrikên biçûk hene.
Panjûr gereke werin kirîn. Yanî min bi destê xwe serê xwe
xistiye belayê.
Lê dema qediya hundur malê ewê germtir bibe û deng jî ewê
zêde neyê me. Hoste wer dibêje. Hêvî dikim rast derkeve...
Mêrik wek serokê mahkima bilind dipeyive, Demirtaş ewê were
berdan, neyê berdan ew biryarê dide.
Lê ev realîteya Tirkiyêye, îro Tirkiye wek şîrketeke Erdogan
e, dilê wî çawa bixwaze wer îdare dike.
Girtina kê bixwaze, dide girtin û di zindanê da dirizîne. Bi
emrê Erdogan bi hezaran kurd û tirk êsîr hade tine girtin. Heger Erdogan guh bi
edaletê û dadgehan dibê kesên êsîr girtine gişan berde. Ev jî nayê hesabê wî.
Lema jî heta neyê mecbûrkirin guh nede biryarên tu dadgehan.
Serokên rejîma îslamî-faşîst çi gotin, medyaya tirk a
xulamok çi got eksê wê bifikirin. Armanca wan manewîyeta me bişkînin, me bêhêvî
bikin, tiştên şaş têxin serê me. Dijmin rastiyê nabêje.
Heta sûcdar neyên cezakirin emê pêxîla wan ber ndin.
Em Robozikêyê tu carî ji bîr nakin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar