Nuha ez rastî navekî pir ecêb hatim. Ez matmayî mam.
Navê serokê ÎHDê (Komeleya Mafên Mirovan) Ozturk Turkdogan
e.
Li gorî dibêjin camêr e kurd e, lê nizanim ji ku ye. Ez gelkî lê geriyam lê min min tu agahiyek nedît. Tenê dibêjin xwedêgiravî "kurd" e. Heger rast be ecêbeke giran e.
Dilê bavê wî bi paşnavê ”Turkdogan” rehet nebûye, navê wî jî
kiriye ”Ozturk!”.
Yanî "yê xalis-muxlis tirk û ji dayika xwe tirk bûye..."
Wek kurdekî têgihiştî, bîrewer meriv çawa kane bi vî navî û paşnavî bijî bi rastî ez fêm nakim.
Xwedê meriv ji sosiret û bêtarên giran bisitirîne…
Qetranî: Slav Mamo ew mirov Qersê ye û ne Kurde , ez jî wek
te ecêb dibînim.
Zinarê Xamo: Min di çend ciyan da xwend, digot kurd e. Baş e
ku ne kurd e, kêfxweş bûm. Sipas ji bo agahiyê Îşev ezê rehettir rakevim...
Zinarê Xamo: Min nuha bîyografîya wî dît.
Sekreterê NATOyê Jens Stoltenberg, berî civîna Yekîtiya
Ewrûpayê gotiye, ” Him wek Nato, him jî wek beşekî ji malbata Rojava, em mecbûr
in girîngiya Tirkiyê qebûl bikin.”
Jens Stoltenberg, şelaf û qûnalêsekî tirka ye, tim wek
abûqatekî tirkan dipeyive. Lê helbet belaş wiha nabêje, miheqeq hestîyek avêtine
ji ber da.
Xwediyê Tirkiyê Erdogan careke din gotiye ewê nehêle Demirtaş
were berdan.
Erdogan gotiye Demirtaş "terorîst" e û ewê nehêle
rê li ber wî vebe, yanî ewê nehêle Demirtaş ji zindanê derkeve.
Mêrik çi bibêje dike, çimkî ew her tişt e, ew çi emrî bide
hakiman, hakim mecbûr in emrê wî bi cî bînin.
Ji xwe bi emrê Erdogan bi dehhezaran kurd êsîr girtine.
Welatekî wiha endamê NATOyê ye û berendamê Yekîtiya Ewrûpayê
ye. Ev jî nîşan dide ewrûpî, dewletên endamên NATO durû û pir bêexlaq in, bêprensîb
in. Dewleteke wiha qeşmer dibê nebe endamê NATOyê.
XXX
Asîmîlasyonê û bindestiya bi sed salan gelek kurd kirine
”mankurt”, yanî koleyên cahil, nezan, koleyên bûne neyarên qewmê xwe, koleyên
bûne neyarên zimanê xwe, neyarên pêşiyên xwe.
Alimê çelilm û çelziman jî nikane mankurtekî ji mankurtiyê
xelas bike.
Ya rast, dibê meriv bi mankurtan ra minaqaşe neke, xwe ji
wan dûr xe.
Ma Ahmet Türk jî ne wisaye birez zinerexamo ew bı salane bı navê kurdan diaxive lê paşnavê wî Türk e ki xwe gemi rêvebir û PKK/HDP ülküci yanjî kemalistin
SvaraRaderaEv vî mêrikî pir xerabtir e.
Radera