Şêniyên 30 taxên Surûca qeza Rihayê derketin dua elektirîkê,
ji Xwedayê xwe ra dua kirin, gotin ya Rebî tu elektirîkê bidî me, ya Rebî tu me
ji zulmê xelas bikî!
Li Surûcê rojê 12 saet elektirîk tuneye. Milet perîşan bûye.
Ji şêniyên taxê yekî gotiye:
-Ev ne dua baranê ye, ev dua elektirîkê ye. Ji bo çareserîya
vê gelşê em çûn ku derê, ji me ra gotin, ancax Xwedê kane bi DEDAŞê(şîrketa
elektirîkê).
Ji bo wê jî em nuha li ber Xwedê digerin. Ya rebî elektirîkê bide
me ! Ya rebî dawîyê li vê zulmê bîne!
Li ber Çemê Ferêt milet di tariyê da ye. Dewleta dagirker ji
zulmdariyê kêfê digre, gava kurdan di tariyê da dihêlin bextewar dibin. Dema
meriv ne xwediyê welatê xwe, bindest be, halê meriv ewê tim wiha perîşam be.
XXX
Dibê meriv ji diristbûnê, ji rastgoyiyê netirse. Herî zêde
ewê merivên durû, merivên ne dirist, merivên sextekar û rîyakar hevaltiya meriv
nekin, ji meriv dûr kevin. Ev jî baş e, meriv nebe hevalê kesên durû, ne dirist
baş e, ji meriv ra kar e.
Serê merivê dirist tim bilind e.
Tirk merivên pir cahil, pir nezan û sivik in. Dewleta wan ya
pînc, ya irqçî û façîst dewleteke pir bêrû ye, qet li ber xwe nakeve, ji bo
înkara kurdan her derewê, her qeşmeriyê mubah dibîne.
Di van herdu kitêban da
kurd û êrmenî kirine tirk, gotiye kurd û êrmenî du eşîrên tirk in.
Van kitêban
bi tirkan wek tarîxê didin xwendin. Kesê bi van kitêban mezin bibin ewê bibin
tirkên îro...
Ji bo ku xwe biçûk dibînin lema jî dixwazin miletên xwedî
esalet, xwedî kultur medenîyet bikin merivên xwe.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar