27 december 2020

Du'a çewt fahm bû

Yekî gundî mangak û mankereke wî ya piştkurmî hebû.

Zivistan bû, destê wî pirr teng bû. şevekê destê xwe li ber Xwedê vegirt, got:

-Ya Rebî, tu min jê vê mankera piştkurmî xelas bikî, êdî hew qeweta min digihê ku êm bidim vê kera piştkurmî.

Mêrik gava serê sibê deriyê êxur vekir, bavo çi bibîne! Mange miriye û kera piştkurmî sax e!


Bi wê hêrsê ji êxur derket derve, li ber derî kir qêrîn û hawar, gazî cîran û gundiyan kir. Gundî hatin li serî kom bûn. Berata li erdê nîşanî wan da û got:

- Gelî gundî û  cîranan, ev berata li erdê çi ye?

Milet got:

- Mange ye...

Dûra jî destê xwe berbî mankerê va kir:

- Le ev teba hanê ya piştkurmiya guhdirêj çi ye?

Milet got:

- Ew jî ker e.

Li ser vê, barînî pê ket, bi hêrs got:

- Ya Mubarek! Hey ez bi qurbana edaleta te bûmo, tu bi qasî van şivan û gavanan jî nebû, min devê xwe şikand, ji te recayek kir, te ji bextê min ra ker û mange ji hev negerand...

Çar bizin

Li gundekî yek mir. Lawê yê mirî çû ban mele kir, ji bo ku were bavê wî bişo. Mele hat yê mirî şuşt, kefen kir û dûra jî birin mêrik gorr kirin. Piştî ku ji ser goristanê vegeriyan, mele ji lawê yê mirî ra got:

-Divê tu xêra bavê xwe çar bizinan bidî min.

Lêwik got:
-Mele, çar bizin pirr in, ezê bizinekê û du elb genim bidim te.

Mele xwe xeyidand, got:

-Na, divê tu çar bizinan bidî min. Ku tu nedî ez heqê xwe li bavê te helal nakim.

Yekî kal li wan guhdarî dikir, xwe ranegirt, got:

-Mele, te çar tas av li bavê vî feqîr kir, tu jê çar bizinan dixwazî. Hema were ezê çarde tas av li te kim û quruşekî jî ji te naxwazim.

 


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar