07 november 2020

Îslamîfobî, dîn û sîyaset

 Min li programa Mucahît Bîlîcî û Îbreahîm Halîl Baran a bi navê ”Îslamîfobî, dîn ve siyaset”ê temaşe kir. Vîdeoya programê di malpera Mucahîd Bîlîcî xoce da heye.
  
Di malpera wî ya facebookê da min hin pirs jê kirin.

Mucahît Bîlîcî xoce heta nuha li ser van pirsên min tiştek negotiye. Belkî di dû ra bibêje, ya jî hêjayî bersîvê nebîne, ew mesela wî ye. Ji bo ku şiroveya min ne şexsî ye, lema ez li vir belav dikim.
Program bi tirkî ye û di sîteyên herduyan da jî heye.

"Mucahît xoce merheba !

Min li vîdeoya te û Îbrahîm Xelîl Baran, ”Îslamîfobî, dîn ve siyaset”ê temaşe kir.

Gotinên te yên li ser ewrûpiyan û kovara Charlie Hebdo ez hinekî matmayî hîştibim.

Di axaftina xwe da te kovara Charlie Hebdo rexne kir, belavkirina karîkatorên Hz. Mihemed te rast nadît, te wek heqareta li misilmanan mutala kir.

Li gorî te dibê civatên Rojavayî jî wek misilman dixwzin li dînê misilmanan û li pêxemberê wan Hz. Mihemed binêrin, xiristiyan jî gerek wek misilmanan Hz. Mihemed û îslamê rexne nekin, mîzahê li ser nekin.

Baş e, misilman jî di zikir û îbadatên xwe da, di xutbeyan da, di duayên xwe da hurmetê nîşanî miqedesên dîn û baweriyên miletên din didin?

Ma misilman dibêjin ji ber ku filan milet(mesla êzîdî),filan tiştî miqedes dibîne, em heqaretê lê nakin?

Ewrûpiyan misilman bi zor neanîne Ewrûpayê, misilman bi kêfa xwe, gelekên wan bi zor hatine Ewrûpayê.

Ew zanin ewrûpî xiristîyan in û wek misilmanan nafikirin.
Ma ne dibê misilman qanûnên welatên lê dijîn qebûl bikin, êrîşî kultura wan, norm û demokrasiya wan nekin.

Yanî ne ewrûpî, gerek misilman xwe biguherin û qanûnên, nirxên welatên Ewrûpa qebûl bikin.

Li welatên misilman êzîdî hene. Em zanin êzîdî ”Şeytên dihebînin”, ya jî tu carî navê wî nagrin devê xwe, wek misilmanan naletê li Şeytên naynin. Tu carî heqaretê li Şeytîn nakin.

Lê ji bo ku bawariya êzidîyan ev e, ew ”Şeytên” wek Melekê Tawis miqedes dibînin, ma misilman dev ji ricimandina Şeytên berdidin?

Tiştê tu ji ewrûpiyan, ji xiristîyanan, ji kovara Charlie Hebdo dixwazî, dibê tu ji misilmanan jî bixwazî. Dibê misilman jî di nivîsên xwe da, di karîkatoran da tu carî heqaretê li şeytîn nekin.

Yanî tiştê êzîdî miqedes dibînin, gerek misilman jî hurmetê nîşan bidin, dev ji naletkirina ”Şeytên” berdin?

Misilman li gorî Qurana xwe, prensîbên dînê xwe dijîn û dua dikin, qet guh nadin dînên din, bawriyên din.

Çima xelkên din ewê miqedesên misilmanan weke wan miqedes bibînin?"
2020-11-06

Mucahit Bilici :Muhterem, gotinê min te tam seh nekirîye. Ez hovîtîya misilmanan rexne dikim. Li gorî hiquqa medeniyetan vî zemanî, misilman dikarin hurmetê teleb bikin, lê belê nikarin û heqê wan tunne ye ku xelqê icbar bikin. Min her du tišta bi hevra got. Heqê tolazan heye tolazîyê bikin. Charlie Hebdo yan Misvak yan Leman dikarin tinaza bi her tišti bikin li kesin ew heqaret dikin jî xwediyê wî heqê ne ku bijin eviya li ba me heqarete. Gave mehkumek sucdar û cahilbe jî hakim nikarin bijin ew layiqê edeletê nîne. Em dikarin hovîtiya misilmanan šermazar bikin (ez dikim), lê heqê hurmeta ol û bawerîyê herkesi heq e.

 


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar