18 augusti 2020

Li ser derdekî giran !

Hin kesên ez wan nas nakim, ew min nas nakin, tu nasî û dostiya me bi hev ra tuneye ji min ra vîdeoyan, tişt miştan dişînin. Carnan pir dibe. 

Ji ber ku ez wan nas nakim û bi şandeyê ra jî tiştek negotine, ez newêrim vekim, di cî da davêjim. Çimkî ez nizanim naverok çi ye, vîrus ya na û yê şandiye jî nas nakim.


Meriv hevalê hev be, hev nas bike, ji hev ra tiştan bişîne dîsa normal e, rê tê heye. Meriv hev nas dike ya jî hevalê hev e.  


Lê gava tu nasiyeke meriv bi hev ra tunebe, meriv çawa û bi çi aqilî tiştan ji xelkê ra dişîne ez fêm nakim !


Wê rojê min ji yekî ra got, bira, ji kerema xwe ji min ra tu vîdeo mîdeoyan neşîne, camêr bi min da xeyidî û xwe pir aciz kir. Piştî çend mailan sakin bû.


Kesê meriv nas neke, meriv ne dost û hevalê wî be jê ra tişt miştan naşîne. 


Ez bi xwe tu carî ji kesî ra tiştekî naşînim. Heger rojekê nivîseke xwe ji hevalekî ra bişînim, tiştekî dinivîsim, dibêjim tiştê min şandiye çi ye.


Tiştê meriv jê hez kir, kêfa meriv jê ra hat, nayê wê maneyê her kesê jî jê hez bike. Kesên nenas, ji kerama xwe jji min ra tiştekî neşînin. Ez naxwazim, tiştên hûn dişînin ez naxwînim, temaşe nakim, davêjim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar