09 augusti 2020

Îro jî wiha derbas bû

Van rojan piştî tahmîratê kar û barên malê û hewşê pir e, ez pir diwestim. Îro pê da wer dixebitim, karek diqede, karekî din ji xwe ra derdixim. 

Piştî nîvro me ji tûreşkên xwe hinek reçel û şerbet çê kir. Min çû çend şûşe kirîn. 

Mexzena me bûbû ciyê înşetaê, meriv nikanîbû nigê xwe bavêta. Ji mecbûrî min ji hev girt, hin qirqafên ne lazim avêtin, saet bû çar. 

Nanê me qediya bû, min kitêba xwe ya tarîfê da ber xwe û tarîfek hilbijart û nanekî wek cewahir lêxist. 

Xanimê jî kinc dişuşt, got îro em gelkî westiyan e, em nikanin tu şîv mîvan çê kin, em îşev tiştekî sivik bixwin. Rabû şorba nîska çê kir. 


Di vê nabênê da min jî hêk û pîvaz û îsot û zencefîr û çend serî sîr di tawê da avêt ji ser hev da, bû xwarineke mikemel. 


Me şîva xwe li hewşê xwar. Havîn paş da hatiye Swêd, îro Stockholm dikeliya. Xwedê kir hewşa me honik e, di bin terasa xwe ya nuh da em kêf dikin. 


Piştî şîvê saet di 19a da min got ez li xeberên swêdî temaşe kim. Piştî çend deqîqeyan li ber telewîzyonê serî ket ber min, ez di xewra çûm. Ji mecbûrî min çû xwe dirêj kir, ez nuh rabûm, ji bo ku tiştekî binivîsim.


Nivîsandin ji bo min bûye rutîneke rojane, wezîfeyeke dibê ez her roj bikim. Gava tiştekî nenivîsim sebra min nayê, di jiyana min da valahiyek çê dibe. Fena ku wezîveya xwe nekim, pê nerehet dibim. Nivîsên min bi piranî notên rojane ne. 

Naxwazim nabênê bidimê, kin, dirêj, muhîm nemuhîm tiştekî dinivîsim.


Îro min ji Keya Îzol bihîst Abît Gurses nexweş e û li nexweşxanê ye. Min nebihîstbû, bi bihîstina vê xebera ne xweş ez pir xemgîn bûm. Min telefonî hevalê xwe yê hêja kir, pê ra peyivîm. Moralê wî li cî bû. Got nahêlin kes were serdana min. Tedawî berdewam e. Vê xebera bêyom bîna min gelkî teng kir.
Xanim jî pir pê êşiya. Abid kurdekî wek zêr e, hevalekî minê pir ezîz e û ji sohebeta wî pir hez dikim.

Hêvî dikim di demeke nêz da ewê baş bibe û vegere nav zarokên xwe. Nexweşî jî, mirin jî carnan pûştiyê û qeleşiyê dike, ji dêlî here bela xwe di yekî pîs û xerab bide, diçe li ku merivekî baş, hêja heye, bela xwe di wî, di wê dide.  

XXX

Gayê xerab tim golik e, mêrê xerab tim lawik e...

Gayê xerab koneye, ji bo neçe çot zexeliyê dike.

Mêrê xerab di xebatê da, di rojên giran da çivan dide xwe, fêlbaziyê dike.

Gayê xerab xwedî nekin, bi mêrê xerab ra hevaltiyê nekin. Mêrê xerab wek sîleha xerabeye...

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar