Rû nedin fêsadan.
Guh nedin nerindan.
Gelacan, nerindan ji ba xwe, ji ber deriyên xwe, ji malên xwe, ji malperên we biqewitînin; li fêsadiyên fêsadan guhdarî
mekin û bi nerindiyên fêsadan nexapin.
Fêsad durû ne, ned ost û dilxwazên me
ne, bi fêsadiyên xwe nabêna kurdan xera dikin, karê dijminên me rehet dikin.
Fikrê kê, baweriya kê, îdeolojiya kê, navê partiya kê çi
dibe bira bibe, kurdê/kurda li dijî dagirkeriyê be, kurdê dijminê dijminê me
be, dostê me ye, dibê meriv bi çavê dostaniyê lê binêre.
Ev nayê maneya meriv qet kêmasî û şaşiyên dostê xwe rexne
nake, fikrê xwe nabêje.
Serokê tirkan, Recep
Tayyip Erdoganê li dinyayê pir bi nav û deng, wek soz dabû bi rastî jî soza xwe
anî cî û bombeya xwe ya mizgîniyê îro teqand, got me li Derya Reş 320 milyar
kup xaz dîtiye.
Hewcedariya tirkan bi xazê heye, dibê mêrik hinek xazê bide
miletê xwe. Reîs erbabê vî karî ye, ew zane ewê xazê bide ku derê.
Ez ditirsiyam, min digot belkî efendî bibêje me kulxana
Radîumê ya jî ya Plutoînîumê dîtiye. Ya jî me çiyayekî zêr dîtiye.
Camêr berdaye lê ne zêde, tenê piçek xaz daye tirkên
mêmarîfet, kêfa wan ji xazê rat ê.
Her kurdê serê xwe bi tifaqa bi tirkan ra biêşîne, tifaqa bi
tirkan ra pêşniyarî kurdan bike ew ne siyasetmedarekî kurd û Kurdistanî ye, ew
siyasetmedarekî tirk e, navê wî/wê ji deftera xwe bavêjin.
Tiştê em ji tirkan bixwazin mafê me ye, ne boçiktî, zilamtî û
xulamtîya wan e.
Xelil : Şirîkên herî mezin ên tirkan li başûr in, em çawa
navên Barzanîyan ji deftera xwe bavêjin?
Zinarê Xamo: Bi êrîşa ser Barzaniyan hevkarî û zilamtîya
tirkan neparêze. Ez qala kurdên bakur dikim. Tu mijarê şêlû dikî. Têkiliyên
kurdên welatekî din bi tirkan ra me nake hevkar û zilamê tirkan. Hin têkiliyên
Barzaniyan bi tirkan ra min tim rexne kiriye, ev mijareke din e.
Xelîl: Ku Barzanî bin
tu rexne dikî ku bakurî bin em ji defterê diavêjin, edaleta te xweş dilîze xalê
min. Ên li bakur in dizanin kî "zilamtîya tirkan" diparêze kî
naparêze, mereq neke xalê min.
Zinarê Xamo: Meriv hevkar û zilamên dijminê xwe nas bike baş
e, şert e. Destpêka serketinê bi jihevgerandina dost û dijminan, welatparêz û
pîsan û xayinan dest pê dike.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar