Rojekê çûkeka birîndar, baskşikestî bi lez derket huzûra Hz. Silêman, bi kelogirî got:
-Sultanê min, derwêşekî baskê min şikand.
Hez. Silêman tavilê xeber şand pê derwêş. Derwêş derxistin huzûra Hz. Silêman.
Hz. Silêman ji derwêş pirsî:
-Ev çûka hanê ji te bi gilî ye, dibêje te baskê wê şikandiye. Te çima baskê wê
şikand?
Derwêş bi husuxwarî xwe parast, got:
-Sultanê min, ez derketibûm nêçîrê, min xwest vê çûkê nêçîr bikim. Berê
nefiriya, ez çûm ba wê, dîsa nefiriya. Min jî got qey dixwaze xwe teslîmî min
bike, ji bo ku wê bigrim, min xwe avêt ji ser da. Tam min dikira bigirta, xwest
bifire, di wê nabênê da bêhemdî baskê wê şikiya. Ne sûcê min e.
Hz.Silêman vegeriya ser çûkê, jê ra got:
-Deng hat te, ev mêrik jî bi heq e. Gava xwest te bigre çima nefiriya? Wa ye bi
dizî nehatiye te. Gava berbî te hat, te kanîbû xwe biparasta, tu bifiriya. Te
xwe neparast, tu nefiriya. Nuha jî tu hatiye lê gilî dikî, dibêjî baskê min
şikandiye.
Çûkê got:
-Sultanê min, ji bo ku kincê derwêşan li wî bû, min baweriya xwe pê anî, Min
got derwêş e, ewê min nekuje. Heger nêçîrvan bûya minê xwe biparasta, ezê
tavilê bifiriyama. Min got ji derwêşekî zirar nagihîje min, xofa Xwedê di dilê
derwêşan da heye. Ji bo wê jî min baweriya xwe pê anî, ez nefiriyam. Ez bi
kincên wî xapiyam.
Hz. Silêman heq da çûkê, gotinên wê rast û di cî da dît û xwest qanûna qesas
were bicîanîn, got:
-Çûk bi heq e, tavilê milê derwêş bişkînin.
Çûkê îtîraz kir, got:
-Sultanê min, eman eman, nebe hûn tiştekî wiha bidin kirin.
Hz. Silêman bi meraqdarî got:
-Çima?
Çûkê got:
-Sultanê min, heger hûn milê derwêş bişkînin, piştî milê wî rehet bibe ewê dîsa
eynî tiştî bike. Ya çêtir, hûn eba derwêşiyê jê bikin. Ebê jê bikin ji bo ku
ji nuha û pê da çûkên wek min bi kurkê wî nexapin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar