07 juli 2020

Sohbeta min û Dîlan Yeşîlyaprak xanimê



Dinya biçûk bûye û tesadufên xweş pir in.

Di medyaya sosyal da carnan tesadufên pir xweş çê dibin. Îro bi xêra parvekirineke rojnamevanê hêja Mûrad Bayram, ez rastî karxezalek kurd, sinetkareke gelkî jîr û jêjhatî hatim. 

Xanimeke ji Mêrdînê, ji qeza Stewrê ye, lê li Îzmîrê mezin bûye û destpêkê di zaroktiya xwe da asîmîle bûye. 

Lê dû ra gava mezin bûye, li kurdayetiya xwe xwedî derketiye, çûye qursa kurdî û kurmanciyeke pir baş fêr bûye. 


Di qursê da kitêba wê ya kurdî ya pêşî kitêba min ”Hebû Tunebû, Antolojiya Çîrokên Zarokan” bûye. Ji kitêbê pir hez kiriye, xemîşokên wê ji ber kirine. Dema çûye gund ji zarokan ra xwendiye.

Nuha bi dê û bavê xwe ra bi kurmancî dipeyive û ji diya xwe ra jî her şev xemîşokeke min dixwîne.
Min û vê keça zîrek û xwedî huner û marîfet îro di twîtterê da hev nas kir û bi messagê şexsî hinekî sohbet kir. 

Min bala xwe dayê sohbeta me sohbeteke xweş e, min jê destûr girt û vê sohbeta xwe bi we ra jî parve dikim. Kerem bikin, Dîlan Yeşîlyaprakê hinekî nas bikin.

Zinarê Xamo:
Dîlan xanim, tu ji kîjan bajarî yî ?
Hêvî dikim tu hemşeriya min î, ji Wêranşarê yî

Dîlan Yeşîlyaprak: Mixabin Ez ji Mêrdînê ji gundeke girêdayî Stewrê me bi navê Ewîna
Dîlan Yeşîlyaprak: Wey li min bavo, tu jî mêrdînî derketî ! 

Bi Xwedê min texmîn dikir, lê min di hundurê xwe da digot ez hêvî dikim ev texmîna min şaş be...
Yaho van mêrdîniyan kurdayetî, sinet, huner, edebiyat ji kesî ra nehîştin. 

Tumbelek mabû wa ye we ew jî biriye, xistiye destê xwe... 
Xwedê tebaîşê we be.

Dîlan Yeşîlyaprak: Ez berî du salan hînî kurdî bûm û li Îzmîrê mezin bûm. Tu haya min ji Mêrdînê tunebû wele.  Lê xuyaye di rihê min de heye :)
Ji bo kurdî çûm qursê û pirtûka min ya yekem ”Hebû Tunebû, Antolojiya Çîrokên Zarokan” bû.
Min gelek çîrokên te jê biriye û gava diçim gund li wir civata zarokan li dora min kom dibin ez bi çîrokên te forsa xwe diavêjim :)

Zinarê Xamo: Dinya tije surprîzên xweş in û ne xweş in. Bi vê serpêhatiye te pir kêfxweş bûm.
Diyar e tu yeka gelkî jîr î. Gerek tu bi dê û bavê xwe ra cara bi tirkî nepeyive û zarokên xwe jî bi kurdî mezin bikî.
Ew kitêba min a xemîşokan pir muhîm e, lê kurdan qedrekî zêde nedanê.
Dibê li her mala xwedî zarok hebe, dibê her dê û bav xemîşokên wê ji zarokên xwe ra bixwîne.
Min 40 xemîşokên/çîrokên din lê zêde kirin, di demek nêz da ewê çapa duduya derkeve.

Dîlan Yeşîlyaprak: Her roj yekê ji bo diya xwe dixwînim. Pirsgirêka wê ya xewê heye. Loma her roj dengê xwe qeyd dikim û jê re dişînim. Êdî em di navbera xwe de tenê bi kurdî dipeyivin.
Berê ji ber sedemên siyasî em ji Mêrdîn revîyan û me xwe li Îzmîrê veşart. Loma ez dûrî kurdbûnê mezin bûm. Lê a niha xwedî ziman û nasnameya xwe derdikevim.
Ez pir zêde kêfxweş bûm bi nasîna te.
Jixwe min tu nas dikir. lê medyaya civakî tiştekî him xweş him xirab e. Bi saya xweşiya vê derê em rastî hevdu jî hatin. Haya min ji pirtûkên te û karên te yên ser zimên heye. Ez te pîroz dikim
Hêvî dikim rojekê em rû bi rû jî hevdu nasbikin.

Zinarê Xamo: Ez jî bi nasîna te kêfxweş bûm. Tesadufeke pir xweş bû. Rojekê bi dîtina te ezê jî pir kêfxweş bibim. Ez dixwazim vê sohbeta me ya xweş bikim meqale û bixweşînim. Destûra te heye? Tu zanî blogeke min "hindik-rindik" jî heye.

Dîlan Yeşîlyaprak: Ez dizanim.  Destûr heye û ez ê pir pir dilşad bibim.
Bimîne di nav xêr û xweşî, kulîlk û gulan de.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar