25 juli 2020

Numûneyek ji kurmanciya nuh


Kurmanciya Dilawer Zeraq kurmanciyeke were bi texmîna min bêyî wî kes jê fêm nake. Li jêr ezê numûneyekê ji vî zimanê jê nayê fêmkirin bidim.

Dilawer Zeraq di twîtteke xwe da gotiye:
”Zanava me ya raser û rajêr û ranîvek û rahişk û ranerm...kurd(î)bûn e û hew!”


Aram Boranê feqîr jî wek min tiştek fêm nekiriye, maneya van peyvan ji Dîlawer Zeraq pirsiye.
Dilawer Zeraq jî ev bersîv daye Aram Boran:

”Zanav: identity Ranîvek: raser a jor rajêr jî a jêr e, ranîvek a ortê ye Rahişk: berevajîya ranerm, yanî kok û damara hişk.”

We ji vê bersîvê tiştek fêm kir, ya fêm nekir ez nizanim, lê min bi xwe ji bersîvê jî gotinek fêm nekir.

Heta nuha min digot belkî ez bi kurmancî zanim, lê heger kurmancî ev be, weleh ez bi kurmancî nizanim.

Camêr çi dibêje, qala çi dike, ev çi ziman e bi rastî ez nizanim.

Yê fêm dike bira ji kerema xwe ra destê xwe bilind bike.
Ez bwer nakim bi vî zimanî em kurdî bi pêş xin û fêrî însanan bikin.

Rênas Koçber:Ji ber twîtên wî mirov newêre kitêbên wî bixwîne.

Qedrî Sîpanî: Apê Zinar dema gel dibêje zimanê akademîk qesta wan ev e!

Zinarê Xamo: Ez ji kurdî pir hez dikim û lema jî ev 40 sal e bi kurdî dinivîsim û dixwazim zimanê min paqij û sade be. Lê ji bo ku peyvên xerîb bi kar neynim zimanê xwe nakim zimanekî kes jê fêm neke. Gotinan jî qet çê nakim. Lê helbet her kes azad e, çawa dixwaze wer dinivîse.

Zal Mazîdagli: Apê Zinar, hin ji wan peyvan birêz
bi xwe li hev anîne. Û bi rastî xweş gotiye. Ev ne wek peyvên adetî/ferhengî lê wek terzeke edebî/mîzahî ya îfadeyê ye. Gava nivîskarekî tirk bibêje "karakol ve de pembekol, sarıkol" jî ji vê qebîlê ye. Sihet xweş

Zinarê Xamo: Ez bi xwe zimanekî wiha rast nabînim. Heger pêkenîn, mîzah be dibe, pêkenîn e, hinekê pê bekenin, hinekê nekenin. Ez bi xwe zimanekî wiha rast nabînim. Gava min tiştek nivîsî dixwazim însan fêm bikin, peyv ne kurdî ye ne girîng e. Ya girîng sentak

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar