09 juli 2020

Li ser pirsa çima nivîskarên mêrdînî pir in?


Do di twîtterê û di facebookê da min pirsek kir, min got çima ji Mêrdênî û ji qezayên wê, lê bi taybetî jî ji Qezê(Qoserê, Qiziltepê)gelek nivîskar, edîb derketine, sebebê vê yekê çi ye?

Gelek kesan bîr û baweriyên xwe gotine û hin sebeb rêz kirine. Ez wan dîtinan li vir dubare nakim, çimkî hûnê li jêr bixwînin. Kê çi gotiye min giş xistin bin nivîsê.

Miheqeq gelek faktorên vê meselê hene, tesîra hin faktoran zêdeye û ya hinan jî hindik e. 


Bi baweriya min sebebê xurtbûna kurdayetiyê û pirbûna nivîskar, edîb û akademîsyenan li herêma Mêrdînê û qezayên wê, bi taybetî jî li Qoserê ji ber nivîsandina bi kurdî bûye tradîsyon, bûye adet û kultureke herêmî. Kurdayetî, nasyonalîzim li herêma Mêrdînê, li piraniya qezayên wê pir xurt e. Nadyonalîzmê ziman, zimên jî kurdayetî xurt kiriye.

Li herêma Mêrdînê di van 20-30 salên dawî da hinekan bingeha nivîsîna bi kurdî avêtin û di vê da israr kirin û ev yek li hin bajaran bû adet, bû kultureke herêmî. Kurdayetî xurt kir. Însanan li hev nêrî û ji hev girtin, tesîr li hev kirin. Bi vî hawî nivîsîna bi kurdî bû adet, bû kultur û kesên bi kurdî nivîsîn zêde bûn. Tiştek gava bibe adet û kultur tesîra wê zêde û berfireh e.

Mesela li Serhedê dengbêjî êdî bûye adeteke, kultureke serhediyan. Dengbêjî li tu dereke din bi qasî Serhedê bi pêş neketiye. Dengbêjên herî mezin wek Evdalê Zeynikê, Reso û Şakiro ji Serhedê derketine, bi tesîra wan bi sedan dengbêjên ji serhedî hene. 

Li herêma Ferêt, li Semsûrê û li Rihayê, Kobanê, Efrînê jî kultura dengbêjiyê pir xurt e, gelek dengbêjên van herêman jî hene. Lê ne bi qasî Serhedê ye. 

Bêguman li her herêma Kurdistanê dengbêj hene, lê ne wek Serhedê, Serhed kela dengêbêjan e. 

Sebebê vê jî dengbêjî bûye adetek, kultureke herêmî û gelek kes vê kulturê didomînin. Ev ji bo herêma Ferêt û Rihayê jî wisa ye.

Li qezayên Mêrdînê jî axaftina bi kurdî, nivîsandina bi kurdî, nivîskarîya kurdî bi hawakî bûye kultureke herêmî û gelek kes bi tesîra vê kulturê bi kurdî dinnivîsin. 

Li Swêregê kultura axaftin û nivîsîna bi tirkî xurt e, lê ya kurdî tuneye. Lema jî nivîskar û edîbên swêregî bi tirkî dinivîsin. Çend îstîsna hene ew jî li Ewrûpayê fêr bûne. 

Akademîsyenên swêregî jî bi tirkî berheman didin. Hin kesên bi kurdî dinivîsin hebin jî, pir hindik in, ne wek Qoserê ye, Dêrikê û Nisêbînê ye.

Ev yek ji bo Wêranşa min jî wiha ye. Nivîskar û edîbên wêranşarî yên bi kurdî dinivîsin ya du sê kes hene, ya tunene. Tiştê ez zanim du hebên êzdî hene. Ew jî yên Almanyayê ne. 

Mesela li Wêranşarê medreseyên dînî û feqîtî tuneye û tu carî jî tunebû. 

Lê li Cizîrê, li Farqînê, li Wanê û li gelek derên din yên Kurdistanê ev dezgeheke perwrdeya kurdî ya pir kevn e. Li Wêranşarê ev dezgeh ji bin da tunebû.

Ez dibêjim mesela pirbûna edîbên mêrdînî jî ji ber hebûna vê kulturê ye.

Pirsa min û bersîvên hevalan li jêr e.

Bi qasî ez dibînim di van salên dawî da ji herêma Mêrdînê û qezayên wê gelek sinetkar, resam, nivîskar, edîb, akadmîsyen derketine.

Nisêbînî, dêrikî jî hene, lê belê herî pirtir ji Qoserê (Qiziltepeyê) derketine.
Dibê sebebekî vê yekê yê sosyolojîk hebe. Di van 20-salên dawî da çima ji Qoserê hewqas nivîsakar, edîb û akademîsyen derketin?
Gelo bi min wisa ye, li ber çavê min wer xuya dike, ya jî tiştê ez dibêjim rast e?
Çima ji Wêranşarê, ji Swêregê bi qasî Qoserê nivîskarên, edîbên bi kurdî dinivîsin derneketin?
Hevalên mêrdînî, dêrikî, nisêbînî, qoserî çi difikirin, çi dibêjin?

Bube Eser Ez bi xwe ji Dêrika Çiyayê mazî me. LÊ ez bawerim di nava qezayên Mêrdînê de ê herî zêde nivîskar, hunermend, siyasetmedar derxistiye Dêrik e. Heger em li dîroka Dêrikê binêrin ev ê bi rehetî bê dîtin. Sedem: Li gor di demaê xwe de Dêrikiiyên me tenê bi kurdî qise dikirin. Li gor wî zimanê şêrîn jî ew kesên jor derxistine. Ya din av û şiyayê wê jî tesîrê li ser wan kesana kirî ye ku bibe nivîskar û helbestvan. Tevgera xelkê jî wê demê ji ber ku tenê bi kurdî bû ew jî dikare bibe sedemeke din. Silav



Battal Battaloĝlu Bube Eser dibe ku şaşiyê min hebe, Cigerxwîn li ser Dêrikê gotibû navendê çanda kurda ye

Bube Eser Battal Battaloĝlu tu rast dibêje helbestên wî jî li Dêrikê hene. Silav

Mamoste Nûjen Dibe ku li wan deveran di wextê xwe de û neha jî kêm neteweyên din, ên dînî û millî wek asurî-suryanî, ereb û ermenî teslr li hebûna kurdbûna wan deveran kiribe.

Battal Battaloĝlu Tiştê ku tu behs dikî ber çavê min jî ketî bû.
Cihên ku te bi lêv kirî, min li gișa geriya û bûm mêvan jî li gelek mala.
Bi gora min çend sebebên vê hene.
Qoser her diçe mezin dibe. Aliya aborî de jî ji hemuya baştir e. Û gelek nêzîkî Mêrdînê ye jî.
Piraniya ciwanên Qoserê diçin zanîngehê û gelek endezyar, bijîşk û hwd jê derdikevin.
Aliyê polîtîk jî bi gora derdora xwe piçek derengtir şiyar bû (behsa beriya sala 1980'an nakim).
Ber ku dereng şiyar bû, serhișkî û tundiya 90'an (behsa serhișkiya me dikim ne ê dewletê) zêde di nav xwe de cih neda. Mînak Nisêbîn ev tundî û serhișkiya me a polîtîk gelek dît.
Ger tu van hemûyan bide ber hev civakek an ji bajarek demokrattir û azattir ava dibe. Atmosfera civakek azad jî pêşiya gelek tiştan vedike.

Lê ger bûyerên dawî li Nisêbînê neqewîmîba, ew der jî bi awayek lezgînî dibû cihê ronakbîriye. Mixabin ew atmosfer belav bû.
Li Qoserê jî hewldanek hebû ku li wur jî xendek vebin lê gelê Qoserê destûr neda.

Min li jor behsa aboriyê kir, lê bi rastî jî aboriya Qoserê ne xirab e û ev tişt jî bandorek mezin e li ser pirsa te.

Siûd Kîkî: Mamoste sebebên ku li Dunaysirê pirbûna nivîskar,ronakbîr û senetkaran wê pir bin. Mirov dikare bibêje ji bo ku li ser sînorê binxetê ye, hereketa millî xurt e, kultura eşîrî, dengbêjî lê xurt e û belkî mirovên wan î li derveyî welat tesîrek bi vî rengî li wan çêbûye.

Siûd Kîkî: Pirsek xweş e. Ez jî Dunaysirê me. Ewil Qoser ne navê bajêr e em wê zanibin. Navê mehel-taxek wê bû. Qoser kin-navê Koç Hîsarê ye û di nav zemên de vegeriya ye Qoser. Navê Dunaysir ji berê bo bazarên mezin lê çê dibû û xelkê tiştê fitotinê tanîn wir jê re digotin Dunya li ser.

Zinarê Xamo: Ez rastî kê têm mêrdînî derdikeve. Gava hinekî dikolim qoserî derdikve. Va ye tu jî ji wir î. Piraniya kesên li vir bi kurdî nivîsin mêrdînî ne. Ez feqîrê Xwedê tenê bêpişt im, qira wêranşariyan hatiye, yek destê xwe li sînga xwe naxe, nabêje ez jî wêranşarî me...

Siûd Kîkî: Gelek kesên ku dibêjinDunaysirî, dibe ku bi eslê xwe ji Dêrik, Stewrê(surgiçiyan) û nisêbîn û hwd. Qeza û bajarên derdorê bin. Bajar bûye wek senterekî.

Mefer Kurdîl: sedemek jê ziman e. Kurmancî hîn li Qoserê xurt e.

Devliken Kelogirî: Seyda, çendî êdî vîrusa otoasîmlisyonîk li Qoserê jî xurt e, li Qoserê hîn jî kurdî serdest e. Û dibe ihtimala Mêrdîn jî hebe, ji ber ku Mêrdîn efsûnî ye û herweha xwedan dîrokeke qewîm û qedîm e...

Berevacî: Apo wele tu dizanî mijarên girîng zevt û bikî pirsên balkêş bipirsî. Ne tenê ji ber Qoserî me, lê her tim dibêjim ji bo tevahiya Kurdistanê; heke nimûneyên baş hebin divê mirov ji wan modelinan derxe da ku em fêm bikin em çawa dikarin rewşa bajarên dinê jî çêtir bikin.

Îsmetullah Ozdag: Bi ya min çend sedem hene: -Mêrdînî bi gelemperî ji bajariyên din rihettir û serbesttir in(open mind) -Pileya xwendinê zêdetir e -Aborî jî ne xirab e -Çav didin hev, ez dibêm a herî girîng ev e. Bûye wek çandekî.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar