22 juli 2020

Li piyasê bêar pir in


Rojekê Xoce Nesredîn çend qufil bi hev ra li deriyê xwe xistine. Cîranan, nas û dostên wî meraq kirine, jê pirsîne, gotine:

-Xoce, xêr e, ji bo çi te hewqas qufil(kilîlk)li deriyê xwe xistine, ma qey tu ji dizan ditirsî?

Xoce bi xemgînî serê hejandiye, gotiye:

-Ji tirsa bêaran, ji tirsa bêaran…


Li piyasê kesên bêar, bêrû, bêheya hewqasî pir bûne, hewqasî pir bûne, meriv çiqasî hevza xwe dike jî têrê nake, meriv nikane xwe biparêze. Tu çiqasî xwe diparêzî jî yek tê te dibîne, bi teve dibe qîr, dibe zivt. 

Te hinek teniya bi don in, tu heft qaliz sabûna Nizibê xwe bişo jî, tu jê pak nabî.

Tu hew bala xwe didê bêarekî li derekê di eleyhê te da barek derew û bêbextî kiriye. Tu danakeve mistewa wî û bersîvê nadê. Çimkî ne merivekî hêjayî bersîvê ye. 

Roja din daxwaza hevaltiyê ji te ra dişîne, fena ku yê du roj berê li te hewqas vir û bêedebî kiriye ne ew e, dixwaze bibe havalê te.

Meriv matmayî dimîne, meriv ne dîn be, hewqasî hewqasî bêrû nabe. 

Kesên bêar, bêexlaq, zirzop her tim hebûne, lê ji ber tunebûna întenetê û medyaya sosyal meriv rastî wan nedihat. Bixwestana jî wek nuha nikanîbûn dev bavîtana ji meriv da. 

Nuha bi sedan bêar, sûtal, virek û zirzopên dinyayê kanin di nav deqîqeyekê da xwe bigihînin te û te nerehet bikin.

Ji bo ku meriv rastî van kesên bêar, bêheya neyê, leqayî wan nebe dibê meriv palperên xwe yên medyaya sosyal bigre.

Lê ew jî ne rast e. Meriv ji ber bêar û bêexlaqan vê platforma muhîm terk nake. 

Xwedê kir sed qatî ji van bêaran bêtir kesên hêja û muhterem hene, meriv ji parvekirin, ji dîtin û fikir û rexneyên wan feydê û feyzê digire. Yanî meriv kane bibêje medyaya sosyal dişibe gulê, gul bê histirî nabe, yê bixwaze gulê bîn bike, dibê tehemilî histiriyên wê jî bike…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar