Lawekî Mîr yê gelkî xêv û kêmaqil hebû. Ji bo ku hin tiştan
fêr bibe, bavê wî rabû jê ra mamoteyekî herî baş û herî zana girt. Mîr rewşa
lawê xwe ji mamoste ra got, jê xwest ew lê miqate be û hin tiştan fêrî wî bike.
Mamoste soz da Mîr, got çi ji destê wî were ewê bike.
Mamoste soz da Mîr, got çi ji destê wî were ewê bike.
Mîr caran halê wî ji mamoste dipirsî:
-Mamoste, ma rewşa lawikê me çawa ye?
Mamoste jî tim digot:
-Baş e mîrê min, baş e, ew gelek tiştan fêr dibe!
Piştî demekê Mîr rojekê xwest lawê xwe biceribîne. Rabû
xeber şand mamoste, got:
-Bira ew û lawik êvarî werin qesrê, ez carê bibînim helê
gedê me çi ye?
Sifre hat raxistin, xwarin hat xwarin, dû ra jî şêwr û
mişêwrê dest pê kir. Sohbet germ bû, gotinek ji vir, gotinek ji wir, mesele çû
ser nêçîr û nêçîrvaniyê. Her kesî ji cimatê ra qala tiştekî dikir. Lawê mîr jî
ji nişkave xwe tevî axaftinêkir û got:
-Min tîrek avêt bû kebab!
Cimat mit û mat ma. Mîr jî şaş ma, ji mamoste ra got:
-Ma viya çi dibêje?
Mamoste xwe netertiland, got:
-Mîrê min got, min tîrek avêt û bû kebab, destûrê bidin ez
îzah bikim…
Ez û wî çûbûn nêçîrê, kîroşkek(kerguhek) derket pêş wî, tavilê nîşan lê girt û avêtê. Tîrê zikê kîroşkê qul kir û jî derbas bû, çû li zinarekî ket, ji zinêr çirîsk pengizîn, bi qirş û qalên der û dorê ket, agirekî gurr çêbû û bi vî hawî kîroşk jî di nav wî agirî da birijî, bû kebab. Yanî bi kurtayî xwest ji we ra vê serpêhatiya xwe bibêje.
Her kesî got, hela hela, law li dinyayê çi tiştên xerîb
dibin?
Milet dîsa sohbeta xwe domand. Bîstek çû kêmaqilê me dîsa xwe avêt ortê
da, got:
-Min tîrek avêt û xoşab çê bû!
Dema weha got maostê hew xwe radigirt, devê xwe kir guhê wî
û jê ra got:
Ê lawo nuha li vê çola xwedê, li serê vî çiyayî ezê beroşê,
şekir, mewîj û eşbabiyan ji ku bînim ku ji te ra xoşabê çê kim !
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar