Ereba(otomobîla)yekî bi rê da xera bû. Çuqas pê da ket jî çênebû. Bû şev, sar û seqemê dest pê kir.
Ji mecbûrî berê xwe da ronahiyekê û çû. Çû çû, bala xwe dayê
ku maleke tenê ye. Li derî xist.
Xwediya malê derî jê ra vekir û ew girt
hundur.
Mêrik bala xwe dayê mazûbana wî ne jin e, horiyeke cinetê
ye. Li hemberî pakî û bedewiya jinikê devê wî xwar bû, şorik ji dev herikî. Di ser da jinik jî li malê bi tenê bû.
Piştî ku têr xwar û vexwar, li dora jinikê çû û hat. Jinikê
jê ra got, ez bêbextiyê bi mêrê xwe ra nakim.
Heger tu yê wiha bikî dibê tu ji
mala min herî. Lê ku tu rehet bisekinî ezê bihêlim tu îşev li mala min rakevî.
Mêrik ji mecbûrî qebûl kir.
Wexta raketinê jinikê jê ra got, qatek nivînê min tenê heye,
ezê balgiyekî têkim nabêna xwe û te û dibê tu di ser bêlgî(balgî, balîf) ra
derbasî alî min nebî.
Mêrik soz dayê, got baş e, ezê bêlgî derbas nekim.
Û bi rastî jî camêr wer kir, bi şev qet destê xwe jî bi
jinikê nekir.
Sibehê, berî ku here dîsa li ber jinikê geriya, pesnê
bedewiya wê da û got:
-Bira te bizanîbûya ji bo te min çi kiriye û çi nekiriye?
Min ji bo te gelek erd û welat da bin nigê xwe, ez di ser gelek çiya û baniyan
ra derbas bûm, heta ku ez hatim, min xwe gîhand te. Îcar nuha jî tu dibêjî na,
ez bi te ra ranazêm.
Jinikê got:
-De wêda here virek û tirsonekê heram, şevê çuwîn heta sibê
ez wer li bende te bûm, lê te nikanîbû balgîyek derbas bikira, îcar tu yê ji ku
bikanibî di ser çiya û baniyan ra derbas bibî…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar