25 juni 2020

Jiyan wek kitêbekê ye



Stockholma xopan îro dişewite, di siyê da 29 derece ye.

Carnan xwe didim ber rojê lê nayê kişandin, meriv diqijile. 

Erê ez ji Wêranşarê me, hin havînan germiyan dibû 40-50 derce, lê 40 sal berê bû. 

Xwedê kir perda me heye, ne perde bûya emê bişewitîyana. 


Min û xanimê perda xwe vegirtiya û em di bin siya wê da qahwa xwe bi kêf vedixwin. Di nabênê ra surê payekî honik tê û li bedena min dixe. Di bin kon da bayê honik xweş e.


Caranan ez radibim xwe nîşanî rojê didim, çend deqan li hewşê, li ber rojê viz dibim û dîsa têm di bin konê xwe da rûdinim.

 XXX
Jiyan wek kitêbekê ye. Çiqasî dixwînim û naxwînim jî dawî lê nayê. Lê ya xweş her roj tiştekî nuh jê fêr dibim. Ji wan hinek xweş in, kêfa min tînin, hinek tahlik û zelindar in, madê min digerînin, dilê min dixerbilînin.
Lê ev kitêb, kitêbeke wiha ye, meriv dixwîne, heta rojekê hew kane bixwîne. Dû ra li pey xwe dihêle û dihere…

 XXX
Asîmîlasyon û bindestiya tirkan ya sedsalan hin gotinên pir şaş û ne xweş bi hin kesên baş, dilsozê gelê xwe dide kirin.
Asîmîlayonê ne tenê zimanê wan, hestên wan, fikrên wan jî kiriye wek yê tirkekî nasyonalîst. Ew êdî bi çavê hêzeke dagirker li tirkan û dewleta tirk nanêrin. Bi kêmanî carnan vî aliyê tirkan, bindestiya xwe, dagirkeriya welatê xwe ji bîr dikin û wek tirkekî li meselan dinêrin.
Tirk kanin bi dagirkeriya xwe îftîxar bikin, pê pesnê xwe û bajarên dagir kirine bidin, lê ez dibêjim bi me kurdan neketiye em jî wek wan li Tirkiyê binêrin, pesnê xweşikiya bajarên tirkan dagir kirine bidin.
Mixabin carnan merivên baş jî tiştê şaş dibêjin.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar