16 juni 2020

Em yekî nuh çêkin



Jinikê lawê xwe yê nexweş bir ser tuxtor. Tuxtor ji jinikê pirsî, got:
-Xanim nexweşiya gedê te çi ye, ku dera wî diêşe?
Jinik got:
Tuxtor beg, lawikê min ji makzayî da gurçikên wî baş naxebitin, aliyekî wî felc e, nikane bimeşe, kerr e guhên wî nabihîzin, çavên wî nabînin. Çend nexweşiyên din ên biçûk jî pê ra hene lê ew pir ne girîng in.
Tixtor got:

-Min fêm kir, wê çaxê zû xwe tazî bike!
Jinik bi vê daxwaza tuxtor matmayî ma, got:
Tuxtor beg, yê nexweş gedê min e, tu yê li wî binêrî, çima ezê xwe tazî bikim?
Tuxtor got:
-Xanim, ez dizanim. Lê di gedê te da tu xêr nemaye. Tu tuxtor nikane wî xelas bike. Ya herî baş em yekî nuh çêkin ewê gelkî çêtir be.


Sozên dijmin
Mar li ber çem sekinîbû, li bende bû ku yek wî derbasî wî aliyê avê bike. Ji kê ra got, kesî alîkarî pê ra nakir. Dawiya dawî beq hat. Beq jî berê got ”na!”, tu mar î, tu yê bi min vedî!
Mar li ber beq geriya, jê ra got:
-Ku ez bi te vedim û te bikujim, ezê çêm da bifetisim. Loma jî dibê tu ji min bawer bikî ez bi te venadim.
Beq bawerî bi van gotinên mêr(mar) anî, ew avêt ji pişta xwe da û dest bi ajnê kir. Dema gihîştin orta çem mêr(mar) ji nişka ve bi beq veda. Berî beq can bide, bi xîzîn û bi dengekî mişt jan ji mar ra got :
-Ka te soz dabû!
Mar keniya, got.
-Dibê tu baweriya xwe tu carî bi sozên dijmin neynî!

Ez te pîroz dikim!
Mêrik mîvanên wî hebûn, li ser riya xwe dageriya ba zebeşfiroşekî., got:
-Xorto, ma zebeşên te baş in?
Xort got:
-Qet xema nexwe apo, giş wek xwînê sor in, wek gezo şîrîn in.
-Ê wê demê yekî baş ji nav biniqîne û bide min, îşev mîvanên min hene.
Xortê zebeşfiroş rabû zebeşek niqand û da mêrik. Piştî şîvê mêrik çû zebeşê xwe anî danî ber mîvanên xwe û hinek jî bi pesin kêra xwe dayê.
Lê bavo çi zebeş, çi zebeş? Zebeşekî kurmî û genî, ne tê xwarin, ne qet. Mêrik li hember mîvanên xwe şermezarî bû. Bû sibe, rabû berê xwe da zebeşfiroş. Jê ra got
-Xorto, ez te ji dil û can pîroz dikim!
Yê zebeşfiroş fêm nekir, got:
-Xêr e apo, tu ji bo çi min pîroz dikî?
Mêrik got:
-Kuro bêyî ku tu bişkênî, qul bikî, te çawa kanîbû hewqas jahr û ziqûm, kurm û kêz têxista hundur wî zebeşî, bi rastî jî ez matmayî mam. Ji bo wê jî ez te pîroz dikim!

Sebebê zewacê
Di wext û zemanekî kevn da sê dostikên xortekî hebûn. Yek mamoste bû, yek tixtor bû û yek jî li postexanê sentralcî bû. Ya herî nexweşik jî ya mamoste bû. Piştî demekê xort bi ya mamoste ra zewicî. Hevalekî wî ev jê pirsî:
-Çima ya mamoste û ne yeka din?
Xort got:
-Bira, ma tu nizanî ku tixtor dibêjin ”îro here, sibe were”, sentiralcî dibêjin ”ez nuha meşxûl im, dûra li min bigere”. Lê mamoste tim dibêje, ”haydê em careke din dubare bikin…”


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar