06 maj 2020

Nivîskar û xwendevan pir bûne lê kurdî jî dihele


Ez nivîskar û edîbên kurd ên van salên dawî derketine nas nakim, ya jî kêm kesan nas dikim. Ez vê kêmasiya xwe îtîraf û qebûl dikim. 

Dîasporayê ez ji gelek tiştan jî bi dûr xistime.

Lê bêguman problem ji ne mesafê da ye, ji min da ye, ez nikanim taqîb bikim. Ez pê ra nagihînim.

Nivîskar pir bûne, xwendevan pir bûne, lê kurdî jî roj bi roj wek berfa roj bide ser dihele.

Ez kurdên bi tirkî dinivîsin hema hema taqîb nakim. Ev jî dibe sebebê haya min ji pêşketinan çê nabe.
Bi xêra vîdeoyên Avestayê min Mîrza Metîn, Yavuz Ekîncî, Burhan Tek, Nûroj Mûnzûr, Şehmûs Kurt û bi vîdeoya Mucahîd Bilîcî Îlknûr Bîlîr xanim nas kir.

Lê ez wer bawer dikim ev ne tiştek e, belkî bi sedan kesên din hene ez wan nas nakim.

XXX
Porê min pir dirêj bûye û nikanim herim ser berber. Ez dibêjim ezê herim , xanim destûrê nade, dibêje hinekî din jî sebir bike.
Eskerî ne tê da, lê min tu carî porê xwe li makînê nexistiye. Ez ji serê zulûtî hez nakim.
Qey ezê por berdim, bikim gulî. Xortan berê gulî ber didan. Birayê kalikê min ê rahmetî ji min ra got dema ew xort bû guliyê wî hebû.

XXX
Dibêjin ji bo kurd ji vîrusa koronayê netirsiyane û zêde henekê xwe pê kirine, korona xeyidîye û biryar daye ji Kurdistanê derkeve. Gotiye mirin jî vî miletî natirsîne; miletê ji min netirse ez jî bela xwe di wî nadim.
Lê bi baweriya min kane xapandin be, kane vireke tirkan be jî.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar