02 maj 2020

Li ser minaqaşeyên jin bi qasî mêran li kurdî xwedî dernakevin


Maşallah Dekak, li ser asîmîlasyonê û jin ji mêran pirtir asîmîle dibin gotiye ”tiştê ez dibînim bav ji dayikan zêdetir li kurdî xwedî derdikevin.” 

Yanî li gorî dîtina Maşllah Dekak, jin bi qasî mêran bi kurdî napeyivin, çimkî ji mêran zêdetir asîmîle bûne. 

Ev dîtin ji alî gelek kesan ve tê gotin. Di şiroveyên li ser pirsê da jî ev îdîa rast tê dîtin, gelek kesan gotine rast e, bi jinan ra hewesa tirkî zêde ye, ji bo wê jî bi zarokên xwe bi tirkî dipeyivin.

Di nava şiroveyan da ya Încîl Selçûk xanimê bala min kişand û bi min pir rast û mantixî hat.
Încîl Selçûk xanimê bi kurtî gotiye:


”Berê li bakur xwendina keçan ji ya kuran kêmtir bû. Lewra jin di nava malê de zêdetir dima û kêmtir dibû alava bişaftinê. Niha êdî hem ew ferqa xwendinê nemaye, hem jî çanda temaşekirina rêzefilmên tirkî zêde ye. Lewra niha hema wek hev e û bi hev re zarokan dibişêvin. ”
Bi baweriya min ev tespîteke di cî da ye û rast e. Berê keçikên gundî nediçûn dibistanê û yên bajarî jî pir kêm diçûn. Her kesî wek îro keçên xwe nedişand dibistanê.

Ev yek di perwerdeya dînî da jî wiha bû, lawik diçûn xocê, dibûn feqe û mele, keçik nediçûn, yên diçûn belkî ji hezarî yek bû.

Xanima min wê rojê ji min ra got, dema li gundê nêzî wan, li Sergirtiyê mekteb vebûye, mamûrên dewletê li gundan geriyane, gotine keçên xwe jî bişînin dibistanê. 

Dibêje:

”Dema hatin gundê me, min li ber malê dilîst. Bavê min ji min ra got keça min, here xwe veşêre, bira te nebînin. Min çû xwe veşart û bavê ji wan ra got, zarokên me yên em bişînin dibistanê tunene û bi vî hawî ez ji çûna dibistanê xelas bûm.”

Ev jî nîşan dide kurdan keçên xwe zû bi zû nedişand dibistanê. Ji xwe ykeçên diçûn zanîngehan hema hema qet tunebûn. Kesî keça xwe bi tenê nedişand Stenbolê û Anqerê û bajarên mezin.

Lema jî keçikên neçûbûn dibistanê dema dibûn dayik bi tirkî nizanîbûn û bi zarokên xwe ra bi kurdî dipeyivîn. Û telewîzyon û rêzefîlmên tirkî jî tunebû. Vê yekê keçik nedixist nav çerxa asîmîlasyonê, ew ji asîmîlasyonê diparast.

Lê nuha çi gundî, çi bajarî her kes keçên xwe jî wek lawikan dişînin dibistanê û bi vê yekê ra keçik jî dikevin nav çerxa asîmîlasyonê û hêdî hêdî dihelin û zarokên xwe jî bi tirkî mezin dikin û dikin tirk.
Ya din keçik, jin bi piranî ziman zû fêr dibin û zû adepteyî modeyê û tiştên nuh dibin. 

Meriv kane di warê sosyolojîk da gelek sebeb û faktorên din jî li dû hev rzê bike, lê sebeb çi bin jî rast e, di van salê dawî da kiçik ji lawikan pirtir, jin ji mêran pirtir asîmîle bûne û dibin. Ev yek jî mirina kurdî nêztir dike.

Bêguman bi hewildanên şexsî em nikanin kurdî ji mirinê xelas bikin, ji bo ku kurdî nemre dibê kurd bi kêmanî bibin xwedî satuyeke siyasî, bibin xwedî dewlet, zarokên kurd bi zimanê xwe bixwînin.

Heger ev nebe, em çi bikin jî emê nikanibin kurdî ji mirinê xelas bikin. Lê bi hin tedbîr û hewildanan em kanin vê mirinê hinekî bi derengî xin. Hewqas…


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar