15 maj 2020

Demsal jî êdî ne demsalên berê ne



Ev çend roj in li Stocolmê hewa Enter heye, rojê deh caran dibe ewr û sayî, ji nîv saetê carê dibe baran dibare û roj derdikeve, hewa xweş û xerab dibe.

Em nikanin bîstekê li hewşê rûnin, xwe bidin ber rojê û bedena xwe germ bikin

Di dinyayê da jî, di hewayê da jî îstkrar nameye, ew jî nizane çi dike. Êdî ne bihar e bihar e, ne jî havîn havîn e. 

Zivistana îsal jî ji xwe ne tu zivistan bû, me ne berf dît, ne jî sar û serma.


Wa ye bihar jî eynî tişt e, heta nuha me 4-5 rojên xweş nedîtiye, bihar qediya bedena me hîn rindikî germ nebûye.

Yanî di dinyayê da jî êdî îsîtîkrar nemaye.

Ez dibêjim vê bêîstîkrariya xwezayê û hewayê tesîr li însanan jî kiriye.

Ne tenê demsalên(mewsimên) berê nemane, mêrên berê, jinên berê jî nemane; wek gul û çîçekên lastîkî, ew jî bi piranî bûne naylon. Meriv bi nav dixape, lê tu hew bala xwe didê navî giran e, warî wêran e. Yanî dengê defê ji dûr va xweş tê, lê dema meriv nêz dibe nayê kişandin, meriv ji guhan dibe.
Xuyaye dinya û demsalên bêîstîkrar însanên xwe jî bêîstîkrar kiriye...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar