05 maj 2020

Carnan meriv şaşiya xwe dibîne lê dîsa jî dev jê bernade


Hin bûyer, hin tevger, hin gotin tesîrên ne baş li civatê dikin. Em ji wan ra dibêjin xeta, şaşî, çewtî.
Baş û xerab, rast û çewt mefhûmên îzafî bin jî hene, em ji tiştan ra dibêjin xeta, çewt û ji hinan ra jî dibêjin rast, baş.

Her kes xeta dike, kesê xeta neke tuneye. Lê her kes xetayê xwe qebûl nake. 

Carnan meriv xetayê xwe, şaşiya xwe nabîne, lema jî tiştê dike wek xeta qebûl nake. 


Lê carnan jî meriv zane xeta ye, karê meriv dike ne rast e, şaş e, lê dîsa jî dev jê ber nade, di şaşiya xwe da israr dike. Ev jî mimkûn e, meriv dibe şahid...

Sebebên vê yên psîkolojîk, kulturî, civakî, şexsî, siyasî, îdeolojîk hene. Belkî bi sedan sebeb hene.
Alkolîst, narkoman zanin tiştê dikin ne rast e, lê dîsa giş nikanin dev jê berdin; hinek kanin, hinek nikanin.

Dibê meriv însên fêm bike, bi zorê, bi pitepitê tu kes dev ji fikir û fêrbûnên xwe bernade, dixwaze bizanibe tiştê dike xeta ye, şaşî ye.

XXX
Ez nivîskar û edîbên kurd ên van salên dawî derketine nas nakim. Ez vê kêmasiya xwe îtîraf û qebûl dikim. Dîasporayê ez ji gelek tiştan jî bi dûr xistime. 

Lê bêguman problem ji ne mesafê da ye, ji min da ye, ez nikanim taqîb bikim. 

Ez kurdên bi tirkî dinivîsin hema hema taqîb nakim. Ev jî dibe sebebê haya min ji pêşketinan çê nabe.
Bi xêra vîdeoyên Avestayê min Mîrza Metîn, Yavuz Ekîncî, Burhan Tek, Nûroj Mûnzûr, Şehmûs Kurt û bi vîdeoya Mucahîd Bilîcî jî Îlknûr Bîlîr xanim nas kir.

Lê ez wer bawer dikim ev ne tiştek e, belkî bi sedan kesên din hene ez wan nas nakim.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar