27 mars 2020

Wey gundîno, kevir û kuçên Xwedê lê barîno...


-Li min û rêka Qereçoxê
Şalûl û bilbilan xwendin li serê xoxê
Ji xêra Xwedê ra destê dostê nû girtibana,
yê kevn danîbana ser qazoxê.


-Li min û diyarê Kanîkirkê
Min û bejna zirav lîst bi xumarê,
bi nehberkê
Wexta dila dilhebandin
çi agir ketiye mala xelkê.

-Navê gundê me Xisar a
Pêla navê weke kêra
Ezê diakê bikim ji Xwêdê ra
Go, dêlika jina te bimre,
kopek û mirdarê mêrê min jî pê ra.

-Wey gundîno, kevir û kuçên Xwedê lê barîno
Qencan bi devê bavê xeraban da rîno
We kînga ez û bejna zirav li cem hev dîno
Rojekê ji van rojên lehdan, ez û bejna zirav li hev hatin
Qudûmê min şikest, çokê min çûn û hatin
Ez tirsiyam, mi go tîra batinîya hat ez hingavtim
Min nizanîbû bejna zirav di ber min ra buhurtîye,
bi çav buriyan ez pê ra axiftim.

-Ezê diçime Cizîra Bota berde şet e
Ez û delalê xwe rûniştin,
me girtiye kêf û henek e
Go Xwedê miradê herdu dilan hasil bike,
malê dinê bêqîmet e.

-Here were weke berê
Guhê xwe nede vê gotinê, vê xeberê
Ezê te xwedê bikim wek berxikê zozanxwarî
Here zozanên banî, payizxêran bi maka xwe ra werî.

///Ji Zargotina Kurdên Sûriyê
Amadekar Celîlê Celîl

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar