Li gorî Rûdaw dinivîse mihafizekî wezîrî berê yê malîyê
sîxurê, (ajanê)dewletekê bûye, li Hewlêrê ji alî pûlisên asayişê ve hatiye
girtin û sûcê xwe, sîxuriya xwe îtîraf kiriye.
Lê tiştê ecêb pûlisê esayişê navê kesê sîxur û dewleta jê ra
sîxurî kiriye eşkere nekiriye.
Ev şaşiyeke mezin e, meriv navê ajanekî û dewleta jê ra ajantî kiriye venaşêre. Gerek kurd vî xayinî û vê dewletê nas bikin...
Hêzên Esayişê û Hikûmeta Kurdistanê dibê navê vî kesê xayin
û dewleta ew jê ra xebetiye tavilê eşkere bikin. Dibê kurd bizanibin av xayin kî ye û kîjan dewlet li pişt wî ye.
Bi texmîna min ev dewlet Tirkiye ye û sebebê eşkerenekirinê jî ev e. Lê ji bo ku meriv texmînên şaş neke dibê hukûmet navê sîxur û dewleta jê ra sîxurî kiriye eşkere bike.
Bi texmîna min ev dewlet Tirkiye ye û sebebê eşkerenekirinê jî ev e. Lê ji bo ku meriv texmînên şaş neke dibê hukûmet navê sîxur û dewleta jê ra sîxurî kiriye eşkere bike.
Meriv navê kesê sîxurî kiriye û dewleta li pişt wî venaşêre,
dibê miletê kurd vî xayinî û dewleta jê ra xebitiye nas bike. Dibê her kurd
viya ji hukûmetê bixwaze...
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar