Gundiyekî Sasonî diçe Farqînê. Ew di jiyana xwe da cara pêşî
ye ku diçe bajêr. Kêfa wî gelkî ji bajêr ra tê û hema ji xwe ra rast û çep li
kuçe û kolanên Farqînê digere.
Dawiya dawî diçe ber Mizgefta Selahedînê Eyûbî.
Dema çavên wî li mezinahî û xweşikiya mizgeftê dikeve matmayî dimîne.
Li ber
radiweste û lê temaşe dike.
Di vê nabênê da zilamek ji mizgeftê derdikeve. Riya
mêrik dibire û jê dipirse, dibêje:
-Pismam, tu bi xatirê Xwedê dikî, ma ev çi xanî ye?
-Mêrik dibêje:
-Ev mizgeft e.
Sasonî nizane mizgeft çi ye, lema jî dîsa dipirse, dibêje:
-Mizgeft çi ye?
Yê Farqînî bi hawakî matmayî dibêje:
-Malxerabo, ma tu nizanî mizgeft çi ye! Mizgeft mala Xwedê ye, mala Xwedê!
Yê Sasonî şaş dimîne û dibêje:
-Na lo, bi serê te min nizanî bû Xwedê bi malbatî li Farqînê dimîne. Min zanîbûya mala Xwedê li viraye, minê satilek mast di dest xwe da baniya.

Li bende jinbiyê
Kalekî azib di nav dost û hevalên xwe da tim fort didan xwe û digot:
-Di nêzik da ezê bi jinbiyeke gelkî xweşik ra bizewicim.
Rojekê hevalên wî jê ra gotin:
-Heyran ev çend sal in em li bende nanê daweta te kevzikî bûn. Ka tu yê bi jinbiyeka gelkî xweşik ra bizewiciya?
Kalo got:
-Hinekî din jî sebir bikin, ez li bende mirina mêrê wê me.

Ronahîya hîvê
Şêxoyê Kûtê ji apê Mûsa Anter ra dibêje:
-Mûsa, tu bi qedrê Xwedê dikî, nuha bi rastî jî însan diherin heyvê?
Apê Mûsa dibêje:
-Erê Şêxo, ne derew e. Rûs jî, Emerîkî jî çûne hîvê.
Li ser vê bersîva apê Mûsa, Şêxo dibêje:
-Bi navê Xwedê, ev sekbavên ha diçin heyvê ji bo ku şewqa(ronahîya)me jî xera bikin. Yê wan elektrîka wan heye, hîv ronahîyê nede wan jî ne xema wan e. Cardin em rebenê Xwedê, emê di tariyê da bimînin û perîşan bibin.

Apê Hes
Xortê gundî hîn nuh zewicî bû, zavayê şeva duduyan bû. Apê Hes cîran bû, êvarî çû bû mîvanê wî.Heta derengê şevê rûniştin, meselak diqedand, dest bi yeka din dikir. Şev zîz bû, apê Hes ranebû, neçû mala xwe. Xort bala xwe dayê apê Hes cî li xwe xweş kiriye, çûyina malê qet nayê bîrê. Xort jê ra got:
-Apo, heger tu pir zengîn bûya, perakî te yê pir hebûya, te yê çi bikira?
Apê Hes got:
-Weleh min yek nedikir dudu, ezê tavilê biçûma Hecê.
Xort got:
-Mala te ji vir sed mîtro ye, ji êvar da ye tu di xwe ra nabînî herî malê, îcar tu yê çawa kanibî herî Hecê?

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar