13 mars 2020

Li markêtê meriv digot belkî xela rabûye


Bîstek berê min û xanimê rahîşt ereboka xwe û me bi hev ra berê xwe da markêta ICAyê, me got ka em jî herin zexîra xwe bikirin û embara xwe dagrin. 

Çimkî beyanên berpirsiyaran roj bi roj însanan bêtir ditirsîne. Diyar e ne neheq in jî. 

Milet tişt mişt dikirî, lê heta nuha me ji xwe ra tu zexîreyeke zêde dananîbû. Me tiştek navêtibû binê kulînê, embara me, mexzena me, refikên me yên mitbaxê vik û vala ne. Me jî îro got çi dibe, çi nabe, ka em jî herin ji xwe ra hin tişt mişt bikirin, di hundur da em birçî nemînin.


Ev 40 sal e ez li Swêd im, lê min tu carî di hundur dikanan da qelebalix û panîkek bi vî rengî nedîtiye. Te digot qey ferman rabûye, xela ye, milet pê li serê hev dikir, gelek ref vik û vala bûn.

Em çûn ber kîjan refê vala ye, ereb û tirkan makarna, spagetî û tişt miştên xarinê giş paqij kiribûn. 

Bi zorê 1 kg. spagetî bi destê me ket. Ew jî şemitîbû dawiyê, qey nedîbûn lema mabû. 

Min ji xanimê ra got, bi navê Xwedê ev îşê ereb û tirka ye, mêrikan marketa mest û mezin req û rût kiribûn. 

Axirê Xwedê kir 2 pakêt şîr, 2 pakêt mast, 2 lîtir zeyt, 2 pakêt qahwe û hinek nan û 1 kg. spagetî bi zor bi destê me ket. 

Me got em pakêtek, du pakêt ard bikirin, lê ew jî qediyabû, pakêtek jî bi dest me neket.


Swêdî nan lê naxin, ez dibêjim ev îşê ereba ye. Bawer bikin li wê dikana mezin pakêtek ard jî nehîştibûn.


Lê ya herî xerab kaxetên tuwaletê nemabû, swêdiyan ji xwarinê bêtir, kaxetên tuwaletê paqij kiribûn. Gava tunebe em kanin bi dest, bi avê xwe paqij bikin, swêdî fêrî wê nebûne, gerek kaxet hebe, kaxet tunebe îşê wan pir xerab e, kî zane ewê çi bikin...


Di xeberan da got, li hin dikanan li ser kaxetên tuwaletê herb bûye.

Markêtê jî gotiye fersend ev fersend e, her tişt buha kiribû, li gorî çend roj berê gelek tiştên xwarinê ji sedî 20-30 buha kiribûn.

Yekî nizanibe ewê bibêje herbeke mezin heye, xela ye; milet ketibû panîkê, tiştên xwarinê ji dest hev direvandin. 

Min qet bawer nedikir li Swêd ewê panîkeke wiha çê bibe.  Min qet texmîn nedikir li markêtên hewqasî mezin ewê ard, maqarne û xurekên din nemîne.

Lê em kurd wek her tim dîsa li dawiya her kesî man. Tirk û ereban embar û mexzenên xwe dagirtine, Vîrusa Koronayê qet ne xema wan e; mêrikan zexîra xwe ya  çend mehan danîne. 

Yê me qûtê me yê heftakê jî li mal tuneye. Hêvî dikim ev panîk dom neke û dikan refên xwe dagirin, ji bo ku em jî birçî nemînin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar