Êrîşên Tirkiyê û çeteyên wê yên îslamî ser rojavayê
Kurdistanê bi rengekî bênabên berdewam e.
Tirkiye li gund û bajarên Rojava her roj bombeyan bi ser xelkê siwîl da dibarîne. Bi sedhezaran însan li welatê xwe koçber bûne, bi sedan siwîl hatine qetilkirin û birîndar in.
Li Stockholmê di 24ê mehê da(24/11-19)ji bo alîkariya bi gelên Rojava ra galayek mezin tê çêkirin. Gelek artîst û hunermendên swîdî yên bi nav û deng beşdarî galayê dibin.
Min do bi şev bilêta xwe û xanimê kirî. Min got çi dibe, çi nabe, belkî cî nemîne, lema jî min bilêta xwe ji nuha da kirî û îşê xwe saxlem kir. Pêşniyara min ji we ra hûn jî bilezînin û bilêta xwe bikirin û ji vê şeva xweş mahrûm nemînin. Hûnê him bi gelê Rojava ra bibin alîkar û him jî şeveke xweş derbas bikin.
Edres û saeta galayê:
Yekşem saet
14:00-17:00
Stockholm City Conference Centrum
Drotninggatan 71B
Stockholm City Conference Centrum
Drotninggatan 71B
Lînka galayê
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar