28 november 2019

Carnan dibê ruh bîna xwe bigre


Bîsteke din ezê rabim herim taxeke bi navê Skarholmenê dostekî xwe yê salan bibînim. Wê rojê li civînekê em rastî hev hatin, me li ser nigan li halê hev pirsî. 

Ev çend sal bûn min ew nedîtibû. Bi piranî li welêt dimîne. Lê carnan, di nabênê ra tê seriyekî dide malî û zarokên xwe û dîsa dihere.

Emê îro piştî danê nîvro li sentrûma Skarholmenê hev bibînin û bi hev ra qahweyeke swêdiyan vexwin û bîstekê sohbet bikin.


Ji bo ku ew li welêt dimîne û li wir di nava milet da ye, ez dixwazim li çavdêriyên wî guhdarî bikim.

Sohbeta bi hevalan ra xweş e, carnan dibê ruh bîna xwe bigre.

Bi vê munasebetê ewê bîna min jî hinekî fire bibe. Carnan ez ji xanimê dûr kevim ji bo wê jî, ji bo min jî baş e, gav û saetê em bi hev ra ne, tu nemaye em ji hev aciz bibin…

XXX
Kêfa xortê hêja Înên ji sernivîsa min "min dilê xwe kiriye deftera derd û xeman" ra hatiye.

Kêfxweş bûm, bi rastî jî di van rojên dawî da min dilê xwe yê kal kiriye deftera derd û xeman, her roj çend gotinan lê dinivîsim û xera dikim.

Min gelkî dixwest bi şair bim û kanibim ûdê lêxim. Ji şiîrê û ji dengê ûdê pir hez dikim.

Ji vexwarinê û sohbeta li dora wê jî hez dikim.

Lê ji serxweşiyê qet hez nakim.

Carnan xeyal dikim, li mal şîirê dixwînim û ûdê lêdixim û di ber ra jî hêdî hê vedixwim.

Xanima min li min guhdarî dike, digrî û em bi hev ra qedeha xwe bilind dikin...

XXX
Tu milet bi rehetî azad û serbixwe nebûye. Her miletî li gorî şertên xwe fedekarî kiriye, zor û zahmetî kişandiye, qurban daye.

Hinekan pir kişandiye, hinekan hindik, lê tu milet bêyî xebat, bêyî fedekarî û bêyî tifaqa netewî azad nebûye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar