14 oktober 2019

Ez blogeriyê wekî micadeleyeke li dijî asîmîlasyonê dibînim



Hevpeyvîn: Zekî Ozmen

Nivîskar Zinarê Xamo heta niha du pirtûk nivîsandine û yek jî ji swêdî wergerandiye kurdî.
Derdora çil salan e li Swêdê dijî.
Ev 12 sal in rojane di bloga xwe de nivîsan bi awayekî rojane bêrawestan belav dike.
Heta niha zêdeyî 6 hezar nivîs di bloga xwe de belav kirine.
Di vê hevpeyvînê de me derbarê çîroka wî ya blogeriyê de pirsên me meraq dikirin pirs kirin û wî jî bersiva pirsên me dan. 

Tê bîra te fikra avakirina blogereke takekesî berî 12 salan çawa bi te re peyda bû? 


Zinarê Xamo: Blogeriya min bi tesadufekê dest pê kir. Ne ew tesaduf bûya niha ne bloga “hindik-rindik” hebû, ne 6064 nivîs û ne jî blogerekî bi navê Zinarê Xamo. 
Hin desaduf dibin sebebê tiştên bi baş û bi xêr. Ya min jî wisa bû.
Ez ji malpera Netkurdê veqetiyabûm û min dixwest ji xwe ra malperekê, blogekê, yanî quncikekî kanibim tê da binivîsim çê kim. 
Lê di warê teknîkê da ez merivekî pir paşdamayî me, telefonê jî nizanim xweşikî bixebitînim. 
Belkî jî ji ber ku meraqa fêrbûnê bi min ra tuneye lema fêr nabim. Axir sebebçi be ez ne şarezayê van îcadên nuh im. Lema jî min nikanîbû tu blog û malper çêkira. 
Min ev daxwaza xwe çend caran bi ber guhên çend hevalan xist, kesî negot na, lê tu blog jî çê nebû. 
Dawiya îlona 2007’an bû, rojekê di rojnameya METRO ya swêdî da ez rastî îlanekê hatim. Di îlanê da digot "di deqîqeyekê da bibe xwedî bilog!" 

Wekî mirov bibêje va xwedê li hev anî...

Erê, eynî wisa bû. Min got wele ev ji bo min tam loto ye. Min di dilê xwe da got, ez çuqasî nezan bim jî, ezê bikanibim ji heq karekî yek deqîqeyî derkevim û min tavilê û bi bêsebrî dest bi çêkirina blogê kir. 
Lê gotin û kirin ne yek e, min hemû zanîn û hunera xwe lê serf kir, dîsa jî bi ser neketim. Pir pê da ketim lê çê nedibû, tim kêmasiyek dima, tim tiştek ji min dixwest, digot filan tiştî jî bike, filan û bîvan…

Çîrokê li wir dest pê kir?

Erê, gava meriv nezan be, tiştên pir biçûk jî li ber çavê meriv dibe deve. Axir min çi kir çê nebû, ez westiyam û min dev jê berda. 
Lê carnan Xwedê karê nezanan li hev tîne. Hin hevalan li Stockholmê 30 saliya damezirandina DDKDê bi şahiyekê (28/9-07) pîrozkirin. 
Di şevê da bi tesadufî ez û hevalekî swêregî (Nîhat Saganda) li ser maseyekê bûn. Camêr gurê kompîrorê ye, karê wî ye. Yanî ji van karan baş fêm dike.
Min derdê xwe jê ra got. Min got, ez dixwazim blogekê ji xwe ra çê bikim, lê ji heq dernakevim.

Gelo tu yê bikanibî blogekê ji min ra li hev ragirî?

Mala camêr ava be,wek her tim mizicî û got: "Pir rehet e, sibe ez ji te ra yekê çê dikim."
Roja din dema min posta xwe ya elektronîk vekir, min bala xwe dayê wa ye bloga min bi risim, bi edres, bi nav û nîşan hazir e û di qutiya min da ye. 
Tiştê kêm nivîs bû. 
Min ji çavên xwe bawer nekir. Rismê min, ala Kurdistanê û logoya “hindik-rindik” hemû xweşik hatibûn bicîkirin. Ji dilşadiyê tu nemabû ez biqîrim…

Nivîsa ewilî te di heman rojê de di blogê de bicih kir?

Min eynî rojê du nivîs belav kirin. Berê min bi lez û bi heyecan nivîsek nivîsî û mizgîniya çêbûna bloga “hindik-rindik” da nas, dost û hevalan û xwendevanan. 
Tebatî nedihat min, min nivîsek din jî belav kir. Bi vî hawî ew herdu nivîs bûn destpêka blogeriya min. 
Belê, çîroka bloga hindik-rindik wiha dest pê kir.

Piştî ew qas sal û ew qas nivîsan tu newestiyayî gelo?

Na, newestiyam û heta sax bim û bikanibim binivîsim jî ezê tu carî newestim. 
Ez ji blogeriyê, ji nivîsîna bi kurdî hez dikim. Blogerî, kêfekê, zewqekê dide min, jiyana min dewlemend û manîdar dike. Nivîsîn beşeke jiyana min e. 
Zor û zahmetiyên jiyanê hene, lê meriv ji jiyanê aciz nabe. Ez aciz nabim. Alternatîfa jiyanê xerabtir e. 
Heta ez sax bim ez dixwazim binivîsim û li ser zulma li gelê min dibe, li ser bûyerên li welatê min diqewimin fikrê xwe bibêjim. 
Gava ez mirim bira zarokên min, heval, nas, dost û her kes bizanibe li hemberî bûyerên îro diqewimin ez çi fikirîme, min çi gotiye. 
Ciyê min li ku bûye? 
Ez hevalê kê û li dijî kê bûme? 
Bloga min, nivîsên min secera min e.

Meraq dikim, ji ber tu rojane pê re mijûl î, gelo halêhazir ev blog di rastiyê de li ser pişta te nebûye barek jî? 



Na, blog li ser pişta min ne bar e û min tu carî jî tiştekî wiha his nekiriye. 
Ez blogeriyê bi kêf û zewqeke mezin dikim. Hebûna bloga min, min teşwîqî nivîsînê dike, dibê ez her roj nuh, update bikim. 
Gava rojê çend caran bloga xwe updata nekim, di jiyana xwe da kêmasiyekê his dikim, fena min wezîfeyeke girtibe ser milê xwe û wezîfeya xwe nekim, wek ku min xwendevanên xwe xapandibe.

Dixwazim tesawir bikim, di jiyana te ya rojane de ev blog çi bandorê dike. Mesele cihê demên me yên xwarinê, yên xewê, yên civanan û hwd. di jiyana me ya rojane de diyar in. Cihê nivîsandin û parvekirina di blogê de di jiyana te ya rojane de çawa cih digire? 

Ez blogeriyê, nivîsandinê wek berpirsiyarî û wezîfeyeke exlaqî ya min girtiye ser milê xwe dibînim û dibê ez her roj vî karê xwe bikim.

Ez dibêjim ev kar, yanî nivîsîn ji min tê û ew jî karekî ji gelê min ra baş e, bi feydeye. Ji bo wê jî dibê ez dev ji vî karê xwe bernedim û pir baş bikim. 
Ez ji bo xwe û ji bo azadiya xwe dinivîsim. Ez dixwazim azad bibim û bibim xwedî welatekî serbixwe. 
Ez zanim bindestî tiştekî pîs e, azadî, serxwebûn, xwedî dewletbûn xweş e. Ji bo wê jî dibê meriv bixebite. 
Ez ji bo wê dinivîsim. 
Ez wê rojê nebînim jî dibê ez wezîfa xwe bikim.
Ji bo nivîsînê tu wext û saeteke min ya diyar tuneye, gava tiştek tê bîra min dinivîsim. 
Ez medyaya kurdî, tirkî û swêdî taqîb dikim, dixwînim. Dû ra mijarekê hildibijêrim û li ser dinivîsim. 
Carnan kin û caranan jî dibe meqaleyek. Lê bi piranî sibehan û bi şev dinivîsim.

Car caran hesta ku tu blogerî zêdetir bi mebesta arşîvkirina nivîsên xwe bi kar tînî bi min re çêdibe. Ji ber jixwe tu heman nivîsan di medyaya civakî de jî belav dikî...

Ne hemû nivîsan. Rast e, hin nivîsan li herdu ciyan jî belav dikim, lê hin nivîsan jî tenê di blogê da belav dikim û lînka wê par ve dikim. 
Nivîsên kin, berê di facebookê û di twîttê da kin dinivîsim û dû ra, di blogê da berfirehtir dikim. 
Çimkî nivîsên dirêj di medyaya sosyal da nayên xwendin. Di medyaya sosyal da rojê pêkenînekê belav dikim û dû ra 4-5 heban bi hev ra di blogê, di beşê pêkenînê da belav dikim. 
Bi vî hawî hemû pêkenînan topî ser hev dikim, yê bixwaze kane hemûyan di derekê da bibîne.

Her tişt li aliyekî, heke ne şaş bim, di blogvaniya kurdî de rekor di destê te de ye. Te heta niha zêdeyî şeş hezar nivîs belav kirine. Ev yek wekî şexs çi hestê dide te? 

Ez blogerê kurmancî yê pêşî me, berî min jî yekî blogek çêkiriye lê tu carî aktîf nekriye. Piştî çend gotinên ewil wer hîştiye. 
Lema jî ez kanim bibêjim ez blogerê kurmancî yê pêşî me. Û ji ber ku min di 12 salên jiyana xwe ya blogerê da ev berdewamî nîşan daye û zêdeyî 6 hezar nivîs nivîsîne ez kêfxweş im. 
Fena ku ez di pêşbaziyekê da bibim yekem. 
Meriv li dû xelkê nemîne, bibe kesê yekem bêguman hestekî xweş e. 
Heger min di blogeriya xwe da ev îstîkrar nîşan nedabûya û 6064 nivîs nenivîsaba we yê ev hevpeyvîn bi min ra nekira. Karê baş bi mukafat e.

Pirseke matematîkî bikim; ji nivîsên te yên blogê çend pirtûk derdikevin?

Weleh ji ber ku ez rojekê jî neçûme dibistanê/xwendegehê matamatîka min ne baş e. Lê heger ez hesabekî kurmancî bikim, em bibêjin her nivîsek 3 rûpel be, dike 18 hezar rûpel. Lê ez dibêjim zêdetir e. Rojekê îmkana min çê bibe ez dixwazim hin nivîsên xwe yên li ser ziman, edebiyat, bîranîn, hevpeyvîn, ger û seyran û hin nivîsên rexne di du, sê kitêban da biweşînim. Belkî bibin çar pênc jî.

Bi hêvî me tişteke wisa nebe lê heke hat û şîrketa blogerê biryar girt û dawî li servîsa blogerê anî. Ew qas nivîs û keda te jî wê pê re here yan te pêşiya vê yekê girtî ye? 

Nivîsên li ser bûyer û siyaseta rojane ne tê da, min hemû nivîsên muhîm heta par (sala çûnî) li ba xwe kopye kirine. Yanî nivîsên ne li ser tiştên rojane, nivîsên min mihîm dîtine, bi hêviya rojekê wan biweşînim, min komî kirine.
Lê ji salê çûnî da ye ji ber tembeliyê min nivîs wek dokument ranekirine. Min ji zanayekî teknîkê pirsî, got tu kanî hemû nivîsên bloga xwe kopye bikî. Ev jî bû sebebê ez dev ji kopyekirina nivîsan berdim.


Ji ber bandora medyaya civakî eleqeya ji bo blogan ne wekî berê ye. Tuyê kengî dev ji vê serûvena blogervaniyê berdî?

Ez bawer dikim heta ez sax bim ezê dev ji blogeriyê bernedim. 
Nuha ez wiha difikirim. 
Ez bawer nakim di rojên pêş da ez vê fikra xwe biguherim. Ez blogeriyê, nivîsandina rojane wek micadeleyeke li dijî asîmîlasyonê û dagirkeriya welatê xwe dibînim. 
Heta em kurd bindest bin, zimanê me yasax be û Kurdistan di binê îşxlê da be ezê blogeriya xwe bidomînin. Nenivîsandina bi kurdî, bêdengman, rexnenekirina hêzên dagirker teslîmîyet e, qebûlkirina bindestiya tirka ye. 
Ez ji bloga xwe pera qezenc nakim. 
Ez bi bloga xwe şerê dijminê xwe dikim, ji bo azadî û serxwebûna welatê xwe û gelê xwe dinivîsim û dixwazim keç û xortên kurd fêrî kurdî bibin, bi kurdî binivîsin, dibê ez ji zarokên xwe, ji nifşên nû ra mîratekê bihêlim. 
Dibê ez wek merivekî bîr dibe û haya wî ji bindestiya wî heye, vê bindestiyê û koletiyê qebûl nekim û li gorî îmkan û zanîna xwe şerê wê bikim. 
Ez bi vî çavî li blogeriya xwe û nivîskariya xwe dinêrim. 

Wate, tu blogeriya xwe wekî misyonekî dibînî?

Ez blogeriya xwe wek serîhildaneke li hemberî asîmîlasyonê û dagirkeriya welatê xwe dibînim. 
Li hemberî hêzên dagirker ev ji min tê, ez viya dikim. 
Hin kes bi xebeta xwe ya siyasî, hin kes bi tivinga xwe, hin kes bi perê xwe, ez jî bi qelema xwe, bi blogeriya xwe şerê neyarê xwe dikim. 
Ji bo wê jî heta ez sax bim, heta em bigihîjin azadiya xwe ezê dev ji blogeriyê bernedim.

**
Zinarê Xamo kî ye?

Ew di sala 1950'î de li Wêranşarê hatiye dinê. Wî dibistan nexwendiye, xew bi xwe fêrê xwendin û nivîsandinê bûye. Ji sala 1980'ê ve li Swêdê dijî. Ev dora 40 salan e bi kurdî dinivîse.
Heta niha ev pirtûkên wî derketine:
- Hindik û Rindik
- Antolojiya Çîrokên Zarokan
- Bide dû dilê xwe / Sussana Tamaro (Wergera ji swêdî Zinarê Xamo)
**
Têbiniya Diyarnameyê: Li ser daxwaza nivîskar Zinarê Xamo, me ev hevpeyvîn beyî destwerdana rastnivîsê weşand. Ji bo yên meraq bikin navnîşana blogê ev e:

http://zinarexamo.blogspot.com/


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar