21 september 2019

Têkiliya rexneya edebî û azadiyê


Helbet têkiliya kiritîka/rexneya edebî û azadiyê bi hev ra heye, li der û welatên azadî lê hebûye kirîtîk(rexne) jî wek beşekî edebî bi pêş ketiye.

Ji xwe ne tesaduf e ku kirîtîka edebî li Rojava(li Xerbê) û mîzah û hîcîw jî li Rojhilat(li Şerqê) bi pêş ketiye. Çimkî li Rojava însan azad in, natirsin, loma jî diwêrin fikir û dîtinên xwe vekirî bibêjin, nivîskaran, edîban û desthilatdaran rexne bikin.


Lê ji boku li civatên Rojhilat azadî tuneye, azadiya fikrî û xweîfadekirinê baş bi pêş neketiye, loma jî însan fikir û dîtinên xwe bi sembolan, bi riya hîcwê û mîzahê, yanî bi êrifî, bi hawakî sergirtî tînin zimên. Û ji ber wê jî mîzah li civatên Rojhilat pir bi pêş ketiye û berhemên mîzahî pir in.

Gava însanek bi qîmet û giringîya kirîtîka edebî hesiya dibê li gorî wê jî hereket bike, li gorî wê fikir û raya xwe bibêje.

Gotinên gilover, axaftina gelemperî, abstrakt rehet e, ya muhîm axaftina konkret e, li ser nivîskarekî kurd û li ser berhemekê ye. Dibê meriv biwêribe bîr û baweriya xwe, raya xwe li ser berhemekê bibêje, başî û kêmasiyên wê, xurtî û zeîfiyên wê nîşanî xwendevan bide.

Yanî gava meriv bi giringî û rastiya kirîtîka edebî hesiya dibê meriv bike jî…

Lê di civata me da rexne rexne bi pêş neketiye, însan bi rengekî azad newêrin raya xwe li ser berhemekê bibêjin.

Gava bibêje dibê pesin û halan be. Rexnegir pesnê nivîskar nede wek dijminatiyê tê qebûlkirin, dibêjin dilê wî/wê jê ra naxwaze. Lema jî li ma kurdan rexneya edebî bi pêş nakeve.

Ji bo pêşketina edebiyatê, hebûn û pêşketina rexneyê şert e. Rexne, kêmasiyan nîşan dide, 

dewlemend dike. Heger em dixwazin edebiyata me bi pêş keve dibê em xwe ji rexneyê aciz nekin, belovacî wê teşwîq bikin. Pêşketina kirîtîka/rexneya edebî him ji nivîskar û him jî ji bo civata me pir muhîm e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar