22 september 2019

Navê pîrê



Rojekê Şîrînê di tahtîla havînê da çû gund, bû mîvana kalikê xwe sofî Reşîd. Şîva xwe xwarin û ketin nava şêwr û mişêwran.

Sofî Reşîd her cara bi xanima xwe dipeyivî, tiştek jê ra dig û jê tiştek dixwest, navê wê hilnedida, jê ra digot, ” mi go… !”

Vê yekê bala Şîrînê kişand, bi meraq ji kalikê xwe pirsî:


-Kalo, ma navê pîrika min tuneye, çima tu tim jê ra dibêjî ”mi go ” ?
Sofî keniya got:
-Keça min bi Xwedê min navê wê ji bîr kiriye. Ji roja ewil da ye ez jê ra dibêjim ”mi go ! ”, nuha tew nizanim navê wê çi bû…

Telefon
Bi zirrîna telefonê ra hecî Omo ji xew hol bû. Yê hember got ”Elo !”
Hecî got:
-Li vir tu elo. melo tuneye, Omo heye.
Yê hember telefon negirt, tim got “elo û elo !
Hecî pir hêrs bû, got:
-Kuro bi teqize here, berê bîna min teng e, gotinan bi min nede gotin! Ji xwe li telefonan guhdarî dikin, nuha ezê bidim nav, îcar ewê sere min têkeve belayê…

Rica
Zivistan bû, erdê bûz girtibû. Quto şemitî û li ser qûnê li erdê ket. Yekî ji par ra dihat baz da alîkariya wî, ew ji erdê rakir. Dû ra jî jê ra got:
-Ezê ricakê ji te bikim.
Quto got:
-Kerem bike.
-Ez dixwazim di hilbijartinan da tu raya xwe bidî AKPê.
Quto xwe dawşand, kulêmeka xwe tev da û bi mirûztalî got:
-Birako, gava ez ketim min qûna xwe li erdê xist, ne serê xwe !


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar