”Kurd li Kafkasan keçekê direvînin.”
Tabloyke Frank Teller e, di destpêka 1900î da
hatiye çêkirin.
Gelo we zanî bû kurdan ji bo çi ji jinên bedew ra gotine "wek gurciyekê" ye ?
Heger hûn dixwazin bersîva vê pirsê fêr bibin, vê nivîsê bixwînin...
Heger hûn dixwazin bersîva vê pirsê fêr bibin, vê nivîsê bixwînin...
Baran Zeydanlioglu li ser Bedlîsê û tarîxa kurdan dîsa
meqaleyeke pir hêja û balkêş nivîsîye.
Nivîs li ser mazata(bazara) koleyan ya li Betlîsê ye. Belê we şaş nexwend, heta orta sedsala 18a jî li Bedlîsê mazata koleyan hebûye.
Lê piştî Dewleta Osmanî di sala 1847a da sîstema
koletiyê yasax kiriye, li Kurdistanê û li Betlîsê jî sîstema koletiyê rabûye.
Li seranserê Kurdistanê sîstema koletiyê hebûye yan tunebûye, di vî warî da di destê me da belgeyên bi teferûat tune ne, lê bi saya bîranîn û nivîsên hin mîsyoner û seyahan, em fêr dibin li hin herêmên Kurdistanê bazarên koleyan hebûne.
Li seranserê Kurdistanê sîstema koletiyê hebûye yan tunebûye, di vî warî da di destê me da belgeyên bi teferûat tune ne, lê bi saya bîranîn û nivîsên hin mîsyoner û seyahan, em fêr dibin li hin herêmên Kurdistanê bazarên koleyan hebûne.
Li gorî Baran Zeydanlioglu dinivîse, Ewliya Çelebî jî di seyahatnameya xwe da qala kole û cariyeyên kole mîrê Betlîsê Ebdal Xan yên kiriye.
Lê ne yên Ebdal
Xan tenê, koleyên hin mîr û begên din jî hebûne.
Ji ber ku musilman nedibûn kole, lema jî kurdan çûne ji
Kafkasan jin û keçên gurcî û çerkez revendine û ya kirine cariyeyên xwe, ya jî
wek kole firotine.
Baran Zeydanlioglu di nivîsa xwe da li ser tîcareta koleyan ya li Betlîsê çend çavkaniyên hêja nîşan daye.
Ji van çavkaniyan yek jî kitêba keşeyekî îtalî ye. Keşeyê îtalî Campanile, di kitêba xwe ya di sala 1818a da çap kiriye, li ser koleyên li bazarên Betlîsê dihatin firotin ev agahîya jêr daye:
”Betlîs bi qasî pir xweş e, hewqasî jî bajarekî bi hêz e.
Hema hema bi hemû miletên şerqê ra tîcaretê dike. Şaxê tîcaretê yê esasî
firotina koleyan e. Zarok û keçên ji Gurcîstanê direvînin tînin vira. Li xanekê
mêr û jinên kole yên ji bo teşhîrê li vir kom dikin û kesên dixwazin wan
bikirin mafê wan heye wan şût tazî tetkîk bikin. Mişterî tenê tirk û xiristiyan
in. Xiristiyan di piraniyê da ne û hemû êrmenî ne.”
Piştî min nivîsa Baran zeydanlioglu xwend, teşbîha pakî û bedewîya jinan, ”wek gurciyekê” ye hat bîra min.
Li Wêranşarê gava keçek, jinek, pir pak û bedew be, dibêjin ”eynî wek gurciyekê ye.”
Yanî hewqasî pak û bedew e.
Heta nuha min tim sebebê teşbîha ”wek gurciyekê” ye meraq dikin, min digot ji çi kurdan jinên gurcî kirine sembola bedewiyê?
Di vê nivîsê da em sebeb û etîmîlojiya ”wek gurceyekê” ye fêr dibin.
Lê bi rastî jî jinên gurcî û çerkez pir bedew in, ne mimkûn e meriv nebe dildarê wan û pesnê xweşikiya wan nede.
A ji ber vê bedewiya wan, kurdan ji Kafkasan jin û xort, lê bi taybetî jî jin revandine û kirine cariye û kole û li bazarên koleyan firotine.
Baran Zeydanlioglu di vî warî da çend agahî û çavkaniyên pir hêja dane. Ji van agahiyan yek jî em fêr dibin kurdan çima gotine ”eynî wek gurcuyekê” ye…
Not:
Nivîsa Baran Zeydanlioglu di malpera Bîtlîsnameyê da ye.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar