15 september 2019

Her mirin zû ye


Meriv nizane sibe, saeteke din, ya jî bîsteke din ewê çi were serê meriv. 

Lê em hemû bi tiştekî baş zanin, ew jî mirin e. 

Em zanin zû, dereng emê bimrin. 

Lê dîsa jî em her mirinê zû dibînin, dîsa jî em ji bo her mirinê hêsiran dibarînin, her mirinê bêbext dibînin. 


Îro li şîna kekê Eyûb Alacabey bûm. Xemgîniya kekê Eyûb û zarokên wî, atmosfera şînê dilê min givaşt, bavê min û diya min anîn bîra min. 

Wek xweha Îzhalê, nuha ew jî tune ne, nuha ew jî di bin axa sar da ne... 

Dilê min ji bo wan jî giriya.

Rojek tê her tişt dibe xeyal, dibe derew, dibe xatirayek bi keser. 

Em bigrîn jî, heta sibê bikin ax û of jî bêfeyde ye, mirî zû jî çû bin, dereng jî çû bin bi paş da venagerin. 

Em viya zanin, lê dîsa jî qebûl nakin, mirina zû jî û ya dereng jî bi me zor tê.

Em tu carî ji mirinê hez nakin.

Kes nikane bi mirinê, em jê ra çi bibêjin jî ne xema wê ye, bi wext ya jî bêwext, zû ya jî dereng ewê ruhê me hemûyan bistîne.

Careke din ji kekê Eyûb, Enwer û zarokên wê ra sebrê û sersaxiyê dixwazim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar