08 september 2019

Gerek meriv hewqasî jî xwe mecbûrî tirkî nebîne

Îlhamî Sîdar


Nivîskarê hêja Îlhamî Sîdar di twîtta xwe da bi tirkî gotiye, ”Roja şemiyê saet di 16.00a da li Bezgîn Bekir, li Diyarbekrê emê bi hezkirên kitêban ra werin ba hev. Heger wexta we hebe em we dipên.”

Meriv nivîskarekî kurd ê bi nav û deng be, çend roman bi kurdî nivîsî be û li Diyarbekrê bijî û bixwaze ji xwendevanên xwe yên diyarbekrî ra kitêbên xwe îmze bike, bi wan ra sohbetekê bike, 
meriv bi tirkî ban xwendevanên xwe nake, bi tirkî nabêje ”heger wexta we hebe werin filan derê.” 


Ne hewce ye meriv vê gotinê bi tirkî bibêje, yek gotine, bi baweriya min gerek meriv wê jî bi tirkî nebêje.


Ne cî û mekan Tirkiye ye û ne jî xwendevan tirk in, lema jî tu sebeb tuneye meriv li Diyarbekrê û bi tirkî xîtabî xwendevanên xwe bike. 

Bi baweriya min şaş e, dibê meriv van du gotinan bi kurdî ji xwendevanên xwe ra bibêje. 

Dibê em fêrî axaftina kurdî bibin, axaftina kurdî bikin zimanê xwe yê rojane yê jiyanê. 

Li dera meriv ne mecbûr e bi tirkî bipeyive, dibê ebeden bi tirkî nepeyive. 

Di vî warî da dibê nivîsakar, ronakbîr û siyasetmedarên kurd ji xortan ra, ji gel ra bibin nûme.

Hêvî dikm sohbet jî ne bi tirkî, bi kurdî be. Heger bi tirkî be dibê meriv lê guhdarî neke.

Dibê êdî xwendevan û gel jî zorê bidin nivîskar û siyasetmedaran.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar