28 augusti 2019

Zimanê şîrîn mar ji qulikê derdixe



Rojekê Charles Schwab li fabrîqeyeke polayê digeriya. Bala xwe dayê hin karkir cixarê dikşînin.

Li hundur fabrîqê cixare kişandin yasax bû û li ser dîwarê karkir li ber dixebitin jî nivîsa ”cixare kişandin yasax e” bi dardekirî bû.

Charles Schwab li karkirên cixare dikşandin nêrî, lê ji wan ra negot, “çima hûn cixarê dikşînin, ma xwendina we tuneye? 

Ji dêlî wê, derxist proyek îkramî wan kir û got:


-Piştî karê we qediya heger hûn viya li derve bikşînin(vexwin) ezê kêfxweş bibim. 

Bi vî hawî him dilê wan xweş kir, him jî ji wan ra bi kibarî got li hundur cixare nayê kişandin, piştî kar ya jî dema bînvedanê herin li derve bikşînin.

Yanî meriv kane bi gelek rengî însanan rexne bike, şaşiya wan jê ra bibêje. Ne şert e meriv şaşiyê di cî da û vekirî bide ruyê însên.

Charles Schwab rasterast ji wan ra bigora li hundur cixare kişandin yasax e, karkir ewê him mahcûb bibana û him jî dilê wanê jê bima û nabêna wan ewê xera bibûya. 

Lê wî wer nekir, bi rengekî wer got sempatiya karkiran qezenc kir. 

Yanî ya muhîm şiklê gotinê û rexneyê ye, dibê meriv di rexneya xwe da ne qebe û cilq be, rexne bike, fikrê xwe bibêje, lê belê bi termînolojiyeke siyasî û bi rengekî kibar, efendîwarî, yê hember şermezar neke.

Kurd dibêjin bi zimanê şîrîn mar ji qulikê derdikeve...


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar