Dibêjin rojekê ji Qiralê Îngilistanê pirsîne, gotine:
-Heger rojekê tu mecbûr bibî di nabêna Împaratoriya Brîtanîya Mezin û artêşa(fîloya) deryayê da tercîhekê bikî, tu yê kîjanê tercîh bikî?
Qirêl gotiye:
-Helbet ezê artêşa deryayê tercîh bikim. Heta artêşa me hebe emê kanibin împaratoriyê ji nuh ve ava bikin.
Li ser vê bersîvê jê ra gotine:
-Ya heger tu mecbûr bibî di nabêna artêşa deryayê û Îngilîstanê da tercîhekê bikî, wê demê ewê tercîha te kîja be?
Qirêl gotiye.
-Tercîha min ewê Îngilîstan be. Artêşa bê Îngilîstan ma ewê
bi kêrî çi were ku?
Dû ra gotine:
-Baş e, Îngilîstan ya jî îngilîzî, tercîha te kîjan e?
Qirêl gotiye:
-Xwedê tu carî îngilîzan mecbûrî tercîheke wiha neke. Heger ez mecbûrî tercîhkirineke wiha bimama bêguman minê îngilîzî tercîh bikira. Çimkî miletek heta kanibe zimanê xwe biparêze milet e. Civata zanibe ew milet e, zû, dereng ewê bibe xwediyê welatê xwe.
Wek di vê çîrokê da jî tê dîtin ziman hebûna herî muhîm ya miletekî ye. Miletê zimanê xwe wenda bike, ew jî pê ra wenda dibe. Ji bo ku em wek milet wenda bibin, tirk dixwazin zimanê me bihelînin, me asîmîle bikin û bi vî hawî ji ortê rakin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar