31 juli 2019

Lê ji bîr kirin kurd ji mirinê mezintr in...



Di 36 saliya şehîdên jenosîda Enfala 8 hezar Barzaniyan de hemû şehîdên Enfalê bi hurmet bibîr tînim.

Îro jî li gelek herêmên welatê min evnfala kurdan berdewam e. Hîn û hîn jî dawî li dîtina gorrên bi kom nehatine...

Dibê meriv biwêribe hez bike


Hezkirin hisekî xweş e, meriv dilşa dike, enerjiyeke pozîtîf dide bedena meriv, dilê meriv mijûl dike, jê ra karekî dibîne, hêviyekê pê ra çê dike. 

Yanî hezkirin hisekî xweş e, dibê meriv ji hezkirinê bêpar nemîne, biwêribe hez bike...

Çi kir te kir…



Pîra 90 salî nexweş bû, çû ser tuxtor. Tuxtor merivekî zarşîrîn û xweşsohbet bû, piştî miayenê xwest henekekê bi pîrê bike, jê ra got:

-Xaltîkê, li gorî netîceyên tehlîlê tu bihalkî (ducan, bihimil) xuya dikî...

Pîrê got:

30 juli 2019

Kurdên binxetê zû hewisîn zimanê tirkî


Maşela kurdên Kurdistana rojava zû hewisîn tirkî. Zarokên, lê bi taybetî jî keçikên kurdên Kurdistana Sûriyê (rojava) wek zarokên tirkên stenbolî bi hev ra bi tirkî dipeyivin.

Di warê asîmîlasyonê da gelek caran ez ji kurdên bakur gazinan dikim, wan rexne dikim, dibêjim kurdên Kurdistana bakur zû asîmîle dibin û zû teslîmî zimanê tirkî dibin...

29 juli 2019

Zimanê me garantiya hebûne me ye lê ew jî ketiye talûkê



Dê û bavên, kurdên bi kurdî zanin lê bi hev ra, bi zarokên xwe ra bi tirkî dipeyivn, di medyaya sosyal da bi tirkî dinivîsin, roman, çîro û şiîrên bi tirkî dinivîsin baş zanin tiştekî ne baş û şaş dikin. 

Baş zanin zirarê didin gelê xwe. 

Baş zanin kurdan dihewisînin tirkî û asîmîle dikin.

Lê dîsa jî dev jê bernadin. 

Hin ji wan carnan ji bi kurdî binivîsin jî bal û meyla wan tim li ser tirkî ye, dilê wan bi tirkî ra ye.

28 juli 2019

Qahwa kurdî îro deng da



Îro ez wehîd bûm, heta nuha qet venehesiyame. Ji danê nîvro da ye min serê xwe ji kar û barên nav malê ranekiriye.

Mîvanên me yên "xerîb" hebûn…

Hevala lawikê me yê biçûk û malbata wê cara pêşî îro mîvanên me bûn. Ji bo wê jî heta nuha min tiştek nenivîsî.

Întîba, tesîra pêşî gelkî muhîm e. 

27 juli 2019

Li ortê rastiyek heye


Li ortê rastiyek heye, gerek em wê bibînin, tirk dixwazin bi darê zorê me bikin tirk û Kurdistanê jî li xwe bihelînin.
Çend îhtîmal hene.

Ya tirk ewê dev ji vê siyaseta xwe berdin û bi rehetî mafê me bidin.

Ev yek îro mimkûn xuya nake.

Îhtîmala din jî emê bibin tirk û biqedin.

Di Seyahatnameya Ewliya Çelebî da sansora li ser navê Kurdistanê



Dibêjin Hîtler gotiye, ”heger tu derewekê demeke dûr û dirêj û têra xwe bi qerepere û bênabên dubare bikî însan ewê jê bawer bikin. Ji bo însan ji derewekê bawer bikin dibê tu wê tim û bênabên dubare bikî. Tenê dubare, dubare, dubare…”

Ji roja Tirkiye ava bûye û virdaye tirk vê felsefeya Hîtler li hemberî kurdan û Kurdistanê bi cî tînin, Kurdistan tuneye, Kurdistan tuneye, Kurdistan tuneye…

Heft mange


Mêrikê gundî ji bo lawê xwe bide xwendin heft mangeyên li ber mala xwe firotin.
Lê lêwik zanîngeh neqadand û nebû tiştek. Rebeno ji qahra dilê xwe li çonga xwe dixist û digot:

26 juli 2019

Erdogan gotiye di wextekek kin da ewê Minbicê û Kurdistana rojava dagir bikin


Erdogan îro hîn cidî û hîn vekirîtir gotiye bira kurdên Kurdistana rojava xwe ji şer ra hazir bikin, di demeke kin da ewê Minbicê û hemû rojhilatê Ferêt yanî hemû Kurdistanê dagir bikin.

Bi baweriya min gefa wî ne blof e, pir cidî ye û ewê Amerkayê biceribînin. 

Dixwazin baş bizanibin hela Amerîka ewê kurdan biparêze ya na, ewê şerê wan bike ya na? 

25 juli 2019

Yê bêguneh bira kevirê ewilî bavêje...



Di Încîla Johanna da anekdotek meşhûr heye û heta îro jî ew numûne tê dayin.

Jinikekê bi yekî ra, yanî dema zînayê dike digrin û dibin huzûra Hz. Îsa û dixwazin jinik bi kevirkirinê were kuştin.

Hz. Îsa dibêje:

24 juli 2019

Mahsûla me ya îsal



Min mahsûla xwe ya îsal do top kir û kir reçel(rîçal) û avît binê kulînê...

Do min ji bîr kir binivîsim û xwendevan û şopînerên xwe ji vê xebata xwe agahdar bikim. 

Pêr gava em ji Kopenhagenê vegeriyan min bala xwe dayê giryazên(gêlazên)me baş sor bûne. Giryazên me pir tirş in, ji xwarinê bêtir ji bo reçelê xweş in. Lema em her sal dikin reçel û pê kêf dikin.

Îro ji bo me rojeke REŞ e !



Îro rojeke me ya herî REŞ e. 96 sal berê di 24ê tebaxê da bi Peymana Lozanê me welatê xwe ji dest da û em ketin bin destê tirkan.

Peymana Lozanê 96 sal berê di 24ê temûzê da li bajarê Îswîçreyê li Lozanê hat îmzekirin. 

Derdê kurdan ez merezarî kirim



Gava ez dibînim du kurdên bi kurdî zanin bi hev ra tirkî dipeyivin ez gelkî hêrs dibim û fêm dikim tirkan em helandine, kirine tirk. 

Tu bala xwe didê li aşxaneyeke kurdan û navê wê jî bi kurdî ye, karkirên kurd bi hev ra bi tirkî dipeyin.

Xwediyê aşxanê kurd e, navê aşxanê kurdî ye, karkir kurd in, lê zimanê wan tirkî ye.

Gotina dirêj



Mamoste di dersê da ji Ferzendê biçûk ra got:
-Gotineke dirêj bibêje.
Ferzend got:
-Lastîk.
Mamoste bi numûneyê qayil nebû, got:

23 juli 2019

Nexweşiya tirkan ya kronîk paranoya kurd û Kurdistanê



Bi şevan ez carnan riya xwe bi çend kanalên telewîzyonên tirkî dixim. 

Aqilê meriv disekine, hemû minaqaşe li ser kurdan û Kurdistana rojava ye.

Kemalîst, dîncî, gulencî, erdogancî, perînçekçî, faşîst, nefaşîst, axirê her kes bi herareteke mezin dixwaze Tikriye zû, rojekê berî rojekê Kurdistana rojava dagir bike.

Însan mexlûqekî ecêb e !



Hefteyek tahtîlê dûzana min a rojane xera kir. Berê ez her sibe saet di nabêna 06-07a da radibûm.

Ev rûtîna min a rojane bû. 

Şiyarbûna di vê saetê da berê ji ber kar bû, ez sibê zû diçûm kar. Lema her sibe piştî saet şeşa radibûm. 

22 juli 2019

Însan teryrekî bêper û bêbask e, em dîsa vegeriyan hêlîna xwe...



Erê, erê, rojên bi jimar çiqas pir bin jî zû diqedin, ez û xanim çûn geriyan, geriyan û nuha jî em li malika xwe ne.

Însan teyrekî bêper û bêbask e, dûr difire, nêz difire û dû ra jî vedigere hêlîna xwe.

Berê em li Lundê û li derû dora wê û dû ra jî li Kopenhagena şîrîn têra xwe geriyan û îro jî em vegeriyan, hatin hêlîna xwe...

16 juli 2019

Sibe dîsa rêwî me



Silav li we hemûyan gelî dost, heval û şopînerên min ên ezîz. Bi xêr sibe ez û xanim dîsa rêwî ne.
Lê îcar emê pir dûr neçin û zêde nemînin. 

Lawikê me yê mezin Azad li Lundê dimîne. Sibe rojbûna wî ye; dibe 43 salî… 

Ez û xanim emê sibe zû herin ba wî, du rojan li wir bimînin û ji wir jî emê herin Kopenhagenê. 

Nêta min em du, sê rojan jî li wir bimînin û vegerin malika xwe.

Ji ber xutbeya îniyê bi kurdî xwend 6 sal û 3 meh ceza danê



Mahkima Cezayê Giran ya Diyarbekrê ji bo xutbe bi kurdî xwendiye 6 sal û 3 meh ceza daye meleyê teqawid Abdulqadir Anar. 

Li gorî dewleta tirk nabe kurd xutbeya îniyê jî bi kurdî bixwînin, gava mele xutbeya îniyê bi kurdî bixwîne ev dibe ”terorîzim” û piştgiriya PKKê.

15 juli 2019

Mîrê kurd, evîndarê Kurdistanê em te bi hurmet bibîr tînin !



Mîrê kurd, lawê Kurdistan, Mîr Celedat Bedirxan, di 68 saliya wefata te da em te bi hurmeteke bêsînor û bi hezkirineke kûr bibîr tînin.

Mîr Celadet Bedirxan di 15ê temûza 1951ê da, li Şamê di qezayeke bêyom da dema erdê xwe av dida ket bîrê û wefat kir.

Ev wefata Mîr Celad Bedixan ya trajîk ji bo ziman û edebiyata kurdî bû derbeke mezin, di warê weşangeriya kurdî da bû sebebê valahiyeke pir mezin.

Ez welatê xwe û zimanê xwe di ser her tiştî ra digrim


Kurdistana min hewqasî xweş e, kurmanciya dayika min fêrî min kiriye hewqasî şîrîn e, ne mimkûn e ez ji wan hez nekim, ne mimkûn e ez her roj li ser wan nenivîsim û nebêjim welatê min tu çiqasî xweş î, kurmanciya şîrîn ez dildar û muptelayê te me. 

Cehnime



Sofî Reşîd wefat kir. Hin guneh munehên wî yên biçûk hebûn, ew birin cahnimê. Çer ji derî ket hundur, zebanî lê kom bûn, feqîro çiqasî got hela rawest in, mesele çi ye, kesî guh nedayê, bi sîle û pihînan çûnê, tep rep, ew baş nerm kirin. Sofî bi dengekî melûl ji zebaniyan ra got:

14 juli 2019

Dayê, di ÇELÊ te da te bi hezkirineke mezin bi bîr tînim



Îro çelê(40)wefata dayika min e, dayika min çel roj berê ji vê dinyayê û ji me xatir xwest û çû gerdûna xwe ya ebedî. 

Roja wefat kir ji heft(7) zarokên wê tenê yek li ber serî bû, em her yek li derekê bûn, çi heyf me hemûyan nikanêbû di wê bîstikê da li dora wê bin.

Îro jî em hemû di mewlûda wê da ne hazir in...

Çel roj zû buhurîn, îro mewlûda wê ye. Birayê min Faîq bi WhatsAppê dengê mewlûdê ji min ra şandiye.

13 juli 2019

Sebebê kirîna S-400an û mitefîkiya bi Rûsyayê ra fobîya kurd e



Heta do jî gelek kesî bawer nedikir Tirkiye ewê fuzeyên S-400î ji Rûsyayê bikire. Min bi xwe jî digot tirk blof dikin, ewê nekirin, ji bo ku li Sûriyê di mesela kurdan da hin tawîzan ji Amerîkayê bigrin van manawrayan dikin.

Lê wa ye wisa derneket û partiya pêşî ya S-400an do gihîşt Tirkiyê. 

Yanî êdî ji kirîna sîstema S-400an û mitefîkiya Rûsyayê veger tuneye. Tirkiye ewê bi Rûsyayê ra mitefîkiya xwe hîn bi pêş xe.

Hedefa S-400an kurd in û NATO ye. Tikriye S-400an li hemberî kurdan û Amerîkayê, NATOyê dikire. Yanî berê      S-400an ewê bi kurdan û bi Amerîkayê da be... 

Em Dr. Qasimlo di 30 saliya şehadeta wî da bi hurmet bibîr tînin

Dr. Abdurehman Qasimlo


13ê temûza sala 1989a di dîroka miletê kurd û PDK-Îranê da rojeke reş e. 

30 sal berê di 13ê temûzê da serokê PDK-Îranê Dr. Ebdurehman Qasimlo û hevalên wî Dr. Fazil Resûl Ebdulah û Qadirî Azer li paytexta Awusturya li Wîyenayê ji alî qatilên Komara Îslamî ya Îranê ve bi namerdî hatin kuştin.

Bi qetilkirina Dr. Qasimlo û hevalên wî Dr. Fazil Resul Ebdulah û Qadirî Azer Îranê derbeyeke mezin li PDK-Îranê û li tevgera kurd ya netewî ya Kurdistana rojhilat xist.

12 juli 2019

Ji ber ku yek merîye dibê meriv rutbeyên heq nekiriye pê ve neke


Gelek kes tiştên pê ne bawer in, tiştên bi rastî nabêjin û naparêzin û baş zanin ne rast e, li ser Mehmet Dengîr Mîr Firat dibêjin û dinivîsin. 

Tiştên gelek kes bi minasebeta wefata Dengîr Mîr Firat dibêjin ew jî zanin vir in, ne rast in. 

Xwedê kêmasiya hevalên wiha nede


Do min nikanîbû tiştekî zêde binivîsîya. Min dîlok û pêkenîna xwe ya rojane nivîsî û ez ji mal derketim. 

Sibê zû, saet di heyşta da ez çûm merasima cenazê Vedat Orakçioglu. 

Cenaze saet di dehan da bû.

Berê ez çûm nexwazşxanê û dû ra jî me çû cenaze li gorristana Solnayê gorr kir. Goristaneke pir xweş e, ev cara pêşî bû min didît.

11 juli 2019

Programa min a îro


Îro ezê nikanibim tiştekî binivîsim. 
Ezê nuha rabim herim merasima cenazê Vedat Orakçioglu.
Berê ezê herim nexwazşxanê û dû ra jî emê cenaze bibin gorristana Solnayê. 
Ez dibêjim heta danê nîvro ewê bajo.

Xweşikiya daristanê



Rihanê û Jîro bi destên hev girtibûn û bi dilşadî di nava daristanê da digeriyan. Rihanê bi rûgeşî got:

-Jîro, hela bala xwe bide vê xwişikiyê, daristan çiqasî xweş û muhteşem e!
Jîro got:

10 juli 2019

Te ev aqil ji kê girt?


Ji yê zana pirsîne, gotine:
”Te ev aqilê xwe ji kê girt?”
Yê zana gotiye:
-Ji bêaqilan.
Meriv biaqil be bi rastî jî bêaqilên meriv jê aqil bigre pir in. Lê gava ew aqil bi meriv ra tunebe, meriv jî wek kêmaqilan, totikvala dimîne.

Ev e ferqa me, ereb, faris û tirkan




Kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistana Federe ya di bin serokatiya Mesrûr Barzanî da îro ji alî parlamentoyê ve hat pesendkirin û kabîneyê bi rengekî resmî dest bi karê xwe kir.

Ji hukûmeta nuh ra serketinê dixwazim. Hêvî dikim ji bo gelê me her tişt ji nuha baştir bibe û hukûmeta nuh gelê me bibe serxwebûnê.

09 juli 2019

Nişîta berî baranê ba ye, berî mirinê ta ye

Mihemed Xatemî

Serokomarê Îranê yê berê Mihemed Xatemî şîret li hukûmeta Komara Îslamî kiriye û gotiye dibê hukûmet guh bide daxwazên xelkê, ya na muxalfet û xelk ewê têkeve bin tesîra cepheya li dijî Îranê û miletê hukûmetê bixwe.

Nişîta(nîşana) berî baranê ba ye, ya berî mirinê ta ye.

Dostî yekalî nabe


Hukûmeta Kurdistana Federe, gelek kurdên başûr Tirkiyê û tirkan dijminê xwe nabînin, lema jî dixwazin bi wan ra kar, hevakriyê, dostiyê, tîcaretê bikin. 

Bi kêfxweşî diçin li Tirkiyê tahtîla xwe derbas dikin.

Bi kêfxweşî û bi hezkirineke ji dil tirkî fêr dibin û li muzîka tirkî guhdarî dikin.

08 juli 2019

Meriv gur nake şivanê berxan !



Bi dîtina vê xeberê û vê vîdeoyê wek kurdekî ji hêrsa lerzekê girt bedena min, meriv hewqasî jî xwe teslîmî neyarê xwe nake, hewqasî jî baweriyê bi taximekî tirk nayne. 

Em zanin hemû berpirpirsiyarên taximên tirk neyarên kurdan in. Em viya maçên Amedsporê bi taximên tirk ra baş zanin. Axir çi be jî meriv rê nade GS were li Kurdistanê bi cî bibe û meriv zarokên xwe bi destê tirkên GSyê.

Li dinyayê antranor nemîne jî meriv zarokên xwe, gencên xwe teslîmî taximê GSya tirk nake.

Berî tu herî baş bifikire


Li ser sirgûnê û dîasporayê gotineke Mîlan Kundera ya pir xweş û rast heye. 

”Berî tu herî baş bifikire; çimkî di vegerê da tiştê tu yê bibînî, ewê bi tiştê di çûnê da te li pey xwe hîşt tu carî ne yek bin.”

Erdogan Tirkiyê ji hev da dixe


Bêguman Erdogan bi îktîdara xwe zulmeke mezin li me kurdan dike, zirareke mezin dide tevgera kurd ya netewî. 

Ev rast e, înkar nabe

Lê li alî din ev jî heye, me kurdan bi milyaran dolar birijanda me nikanîbû bi qasî zirara Erdogan dideTirkiyê, zirar bida Tirkiyê û dewleta tirk. 

Mûriya evîndar



Rojekê dilê mûriyekê(gêrikekê) ket fîlekî, bi ser fîl da dîn bû, got ya dimrim, ya pê ra dizewicim. Dêya wê qebûl nekir, got nabe, fîl hinekî mezin e, nikane bi me ra bijî.
Mûriya evîndar israr kir, got:

07 juli 2019

Li ser dîroka kurdan û kurdên Belûcîstanê kitêbeke gelkî girîng



Mala Kekê Zîya Avcî ava be, kitêba KURDGALNAMEK (KURDBÊJNAME) îmze kiriye û bi qasidekî hêja ra ji min ra şandiye. Kitêb îro li şîna Wedat Orakçiogluyê rahmetî gijîşt min.

Mala wî qasidê (Mahmûd Lewendî) kitêb gîhand min hezar carî ava be.

Emê te tu carî ji bîr nekin !

Wedat Aydin


Gernasê miletê kurd,  kurdperwerê canfîda û kelemê çavên hemû neyaran, egîd û mêrxasê rojên giran Wedat Aydin, 28 sal berê, di 5ê temûza 1991ê da li Diyarbekrê bi şev ji alî qatilên dewletê ve ji mala xwe hate revandin û bi namerdî û hovîtiyeke nedîtî kuştin. 

Termê wî di 7ê temûzê da li nêzî Madenê hat dîtin. 

Rûdaw çima hewqasî reqlama Erdogan dike?


Tu dibêjî belkî ev RÛDAW ajansa Erdogan a presê ye.

Erdogan telefonî kê dike, kî telefonî Erdogan dike, RÛDAW tavilê bi manşetên mezin ji kurdan ra dike xeber.

Îro jî gotiye ” Erdogan û Putin peywendiyeke telefonî encam dan.”

Xwedê kir RÛDAW hîn nikane sernivîsekê rast binivîse. 

06 juli 2019

Îro ji min ra tam XERAB hat...


Mixabin bîstek berê min cuzdanê xwe, nasname û hemû kartên min tê da wenda kir.

Ne bi xêr û ne bi ahla ez diçûm Bîltemayê minê ji mal ra çend lampe bikiriya. Bi rê da min ehmeqiyek kir û cuzdan ji bêrîka min da ket.

Tirsa torimê



Karwan çend roj bûn bi rê da bû. Torimê(deva biçûk) ji dêya xwe arwanê(deva mê) ra got:

-Dayê çongên min dilerizin. Ez li pêş me talûkeyekê his dikim. Ka em vegerin...

Arwanê bala xwe da torima xwe, lê jê ra tiştek negot û rêya xwe domand. 

Hinekî din çûn, torimê tirsa xwe dubare kir, dîsa got:

05 juli 2019

Tirkiye îslamîstên xwe qefle bi qefle rê dike ser Ewrûpayê


Li gorî zanyariyên Wezareta Karên Hundur ya Almanyayê belav kiriye di nav 6 mehên îsal da li dora 5 hezar tirkî li Almanyayê îltîca kiriye. 

Di nava wan da miheqeq bi sedan ajanên dewletê û çeteyên cîhatçî û Daîşê hene.

Bi îxanetkirina bi kurdan ra netîcegirtin ne mimkûn e

Michael Rubîn


Nivîskar û analîstê emerîkî Michael Rubin, li Parlamentoya Ewerûpayê li ser kurdan û Tirkiyê axaftineke girîng kiriye, gotiye gerek kurd ji malper û sîteyên kurdî û ji sohbetên bi dostên xwe ra yên li qahwexane û aşxaneyan bêtir, ji Washington Postê, ji New York Timesê, ji Le mondeyê û ji Der Speigelê ra binivîsin. Dibê sûcên Tirkiyê li bajarên wan kirine bi belge bigihînin Rojava...

Min qismekî axaftina Michael Rubin kir kurmancî:

04 juli 2019

Li vê dinyayê hişê meriv gelek tiştan nagire...


Dostoyevskîyê rahmetî meraq kiriye, di kitêbeke xwe da gotiye, ”di bin asîmanekî hewqasî xweşik da, hewqas merivên xerab çawa kanîbûn bijîn?”

Dostoyevskî ji erdê heta wî asîmanê xweşik bi heq e, ez jî eynî tiştî meraq dikim û ji bo me kurdan dibêjim, ji nava miletekî hewqasî fedekar û canfîda, hewqas merivên bêxîret, cahş û xayin çawa kanin derkevin?

03 juli 2019

Serê her tiştî bawerî ye


Ya muhîm meriv çawa li meselê dinêre.

Heger meriv bêhêvî û reşbîn be, bawerî û hêviya xwe ya bi serketinê wenda kiribe, bê guman şansê kurdan yê serketinê nabîne û dev ji micadelê berdide.

Lê heger meriv bi xwe bawer be, ji xebat û micadelê bêzar nebûbe, bêhêvî nabe, micadela xwe bi ezmekî hîn mezin didomîne…

Min zanîbû



Yekî gundî di qeza trafîkê da mir. Di şînê da xanima wî dibê û dilûbîne, digrî, li çonga xwe dixe, ruyê xwe nahpirûk dike û di ber xwe da jî tim dibêje:
-Weleh min zanîbû, weleh min zanîbû, weleh min zanîbû…
Yên li dorê jê dipirsin, dibêjin:

02 juli 2019

Şaredarê HDPê yê herî xerab ji şaredarê AKPê yê herî baş sed qatî çêtir e.


Di siyasetê da dibê meriv tu carî hisî hereket neke, hisî li bûyeran nenêre.

Bi ya min şaredarê(serokê belediyê) HDPê yê herî zeîf, herî xerab ji şaredarê AKPê yê herî baş sed qatî çêtir e. Tarîxa me ya nêz şahidê vê rastiyê ye.

Ez û baran



Gilî û gazin, qalkirina zahmetiyên karên rojane hertim nabe, heta ne baş e jî. 

Îro jî ezê pozîtîf bim û hebekî jî pesnê xwe bidim.

Bira herdu hevdu temam bikin; pozîtîfî û pesn... 

Ez nebêjim haya kesî ji min û ji xebat û çalakiyên min çê nabe. Dibê ez rojaneyên xxwe binivîsim û haya şopîner û xwendevanên xwe bigihînimê. 

Ya min jî maka wê ye



Dibêjin di wext û zemanekî da xortekî pir feqîr hebû, tu tiştekî wî tunebû. Rebeno dikir, nedikir nikanîbû debara xwe bikira. Rojakê dêya wî jê ra got:

-Rabe here ba şêx, halê xwe jê ra bibêje, xwe bavêje bextê wî, belkî alîkariyekê bide te.

Lêwik gurra dêya xwe kir û çû ba şêx, derdê xwe jê ragot û jê alîkarî xwest. Şêx li lawikê feqîr guhdarî kir û dû ra ji mirîdekî xwe ra got:

-Rabin herin wê dahşika di êxur da bidin vî xortê feqîr.

01 juli 2019

Dibê meriv bi rexne û pêşniyarên xwe xelkê ji kurdî sar neke



Ji me kesên bi kurdî dinivîsin di dibistanan da fêrî zimên, rastnivîsê, îmla û gramerê nebûye. Her kes bi xîret û hewildanên xwe yên şexsî  fêrî xwendin û nivîsandina kurdî bûye.

Lema jî di warê rastnivîsê da kesê bêkêmasî tuneye, her kes di rastnivîsê da hin kêmasî û şaşiyan dike; yên hinekan zêdeye, yên hinekan kêm e. Ev jî normal e.