Şair, nivîskar û xweşbêjê polonî yê bi nav û deng Stanisław
Jerzy Lec, li ser fersendê, lêhatinê gotiye ”Don Kîşotê biaqil li bende hatina
bayê minasib dimîne.”
Ji bo hatina bayekî minasib me kurdan pir pa. Û ew ba jî li başûrê Kurdistanê
bi şerê Îraqê û Îranê û Amerîkayê ra û li Rojava jî bi şerê Sûriyê û Daîşê ra
hat.
Bi gotineke din li Îraqê û li Sûriyê bayê ev sed sal in em li bende bûn hat, yanî ji me ra piçekî be jî li hev hat...
Lê fêda me ji vî bayê minasib dîtiye ne zêde ye, hindik e. Dibê em ji vî bayê
minasib bêtir fêdê bibînin.
Bayê wiha her tim nayê.
Yanî ji meriv ra her tim wiha li hev nayê.
Di tarîxa me da ev cara pêşî ye Amerîka me bi Tirkiyê û bi 23 dewletên ereb
nade. Ev ne tiştekî hindik e. Heta nuha tu carî Amerîkayê û Rojava bi vê derecê
desteg nedane kurdan.
Dibê em vê îmkanê ji destê xwe bernedin.
Welatekî wek Tirkiyê dike nake, xwe diçirîne lê dîsa jî nikane Amerîkayê,
Fransayê bîne hemberî me.
Cervantes di romana xwe ya şaheser Don Kîşot da bi
hostayiyeke mezin topografiya civata Îspanyayê derxistiye.
Wê demê milet di çi
halî da bûye û di pêşerojê da çi guherîn li pêş civatê bûye bi mîzaheke cidî
raxistiye ber çavên xwendevanên xwe.
Bi devê Don Kîşot gotiye fermo li xwe temaşe bikin, binêrin bê hûn di çi rewşê
da ne.
Xwezî nuha ji nava me kurdan jî Cervantesek derketa û wî jî Don Kîşotekî kurd
bixuliqanda. Bi xêra Don Kîşotê xwe, me yê bidîta em kurd di çi halekî
trajîkomîk da ne. Em hemû kurd wek milet bindest in, lê wek merivên azad û xedî
welat herket dikin û ketine gewriya hev.
Lê belkî Cervantesê me heye lê cesareta Don Kîşotekî kurd bixuliqîne pê ra
tuneye.
Heta nivîskarên me dev ji şûrkêşî û murîdiya vê partiyê û wê partiyê, vî serokî
û wî serokî bernedin, xuliqandina Don Kîşotekî kurd ewê tu carî nebe nesîbê me.
Dibê meriv biwêribe rastiyê bibêje.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar