13 juni 2019

Însan teyrekî bêper û bêbask e...



Xoce Nisredîn her şev li aliyê çepê xanima xwe radiket. Şevekê ciyê xwe guhert, îcar çû li aliyê rastê yê xanimê ket nava nivînan. Bîstek derbas bû ji jina xwe ra got:


-Xatûn, hela tu bala xwe bide îşê Xwedê çi xerîb e ! Şevê çûnî van çaxan ez li kîjan alîyê te bûm, îşev ez li kîjan alîyê te me! Bi Xwedê Însan teyrekî bêper û bêbask e, şevekê li vî alî ye, şeva din li wî alî ye…

Kompozîsyon
Beybûn keçikeke hinekî netebitî bû. Mamoste ji vê rewşa wê ne razî bû. Rojekê dîsa nerehetî kir. Mamosta wê biryar da Beybûnê ceza bike. Jê ra got:

-Beybûn, wek ceza ez wezîfeyekê didim te. Tu yê îşev li mal kompozîsyoneke 2000 gotinî binivîse û sibe bîne ji min ra bixwîne
Beybûnê êvarî li mal kompozîsyona xwe nivîsî. Û roja din ji mamosta xwe ra xwend:
-Do min pisika xwe derxist derve. Li derve pisika min wenda bû. Min ji xwe ra got: pişo, pişo, pişo, pişo, pişo, pişo, pişo….

Li bende abûqat
Pûlisan dizek bi tiftarên(tişt miştên) ji mixazeyekê dizî bû girtin. Diz bibin qereqolê. Xwestin îfadeya wî bigrin, lê kirin, nekirin nepeyivî. Jê çi pirsîn bersîvê neda, tenê digot:

- Ez li bende abûqatê(parêzerê) xwe me, heta abûqatê min neyê ez napeyivim.
Dawiya dawî pûlisa bi meraq jê pirsîn:

-Kuro me tu di hundurê mixazê da girt. Sûcê te sabit e. Ma abûqatê/parêzerê te ewê çi bibêje?
Diz got:
-Weleh ez jî wek we wiya meraq dikim…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar