Ji bo ku serokê belediya Bedlîsê lewheya belediyê ya bi
kurdî rakiribû gelek rexne lê hatin girtin, min jî li ser vê mijarê nivîsî.
Di medyaya sosyal da piştî zêdebûna rexneyan, serokê belediyê Nesrullah Tanglay, li ser mijarê di sîteya belediyê da beyanek belav kiriye.
Beyana serokê belediyê ji bo me kurdan ibreteke mezin e.
Mêrik gotiye me lewhe rakir kesî xwe aciz nekir, kes li dij dernekte. Heger ne bi dilê gel bûya ewê li dij derketana.
Lema jî mêrik daxistina lewhê bêtirs parastiye û wiha gotiye:
”Me lewhe(tabele) di 17ê nîsanê da, yanî 47 roj berî nuharakir. Heta nuha me ji gelê xwe yek reaksiyoneke nebaş negirt. Tu kesî sebebê daxistina
lewheyê ji me nepirsî. Ev jî nîşan dide lewheya di sala 2014a da bêyî ku ji
gelê Bedlîsê were pirsîn hatibû bidardakirin, di nezera gelê Bedlîsê da tu
qîmeteke wê tuneye. 47 rojan nepirsîne sebebê daxistina wê lewheyê nîşan dide
ji bo gel tu qîmeteke wê tuneye…”
Ev gotinên Nesrullah Tanglayê faşîst ji bo me hemû kurdan
mişt ders û îbreteke mezin e.
Mêrik pir rast gotiye.
Heger bedlîsiyan, kurdan, partî û siyasetmedarên kurd qîmet bidana xwe û zimanê xwe, roja ew lewhe hat daxistin ewê li dij derketana, ewê bi meş û rexneyan serokê belediyê protesto bikirana û lewhe paş da bixwstana.
Lê kesî ev nekiriye.
Nedi dema daxistina wê da kesî dengê xwe kiriye û ne jî di nava 47 rojan da kesî bal nekişandiye ser vê yekê.
Gava em ev bêkêr bin dijminê me jî ewê bi cesaret û bêtirs lewheya kurdî daxîne.
Ji bo wê jî mêrik îro bêtirs vê quretiyê li serê me dike û dibêje gelê Bedlîsê ne li dijî daxistina lewheyê ye, heger kesê li dij hebûya heta nuha ewê derketa ortê û îtîraz bikira.
Ev gotina wî demagojî be jî lê bêdengmana me rast e, em ji pertav da ketine, li hemberî êrîşan bêdeng dimînin.
Bêdengmayina me li hemberî hedîseyên wiha cesaretê dide dijminên me. Heger em naxwazin xelk tiştên wiha bêtirs bikin, dibê em bêdeng nemînin, bi girseyî li dij rabin.
Heger em dixwazin ew lewhe dîsa paş da were dardekirin dibê hemû partî û hêzên kurd, HDP, PAK, PSK, Hakpar, Tevgera Azadî û hemû kurdperwerên Bedlîsê vê beyana Nesrullah Tanglay protesto bikin, bi meş û daxuyaniyan dardekirina lewheyê bixwazin.
Nebêjin aş çûye tu bi dû çeqçeqê ketiye. Heger ji destpêkê em bi dû çeqçeqê ketibûna aş nediçû.
Heger me nehîşata xelk dîkê(keleşêrê)me li xwe bihelîne, mihî, beran, ga û deveyê me jî nedibirin. Ji bo ku em li dîkê xwe xwedî derneketin xelkê cesaret girt werin terş û heywanên me yên din jî bibin.
Em îro ji bo lewheya belediya Bedlîsê nemeşin, meş û mitîngan çê nekin, emê gelek tiştên din jî ji dest bidin, emê nikanibin li Kurdistanê jî xwedî derkevin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar