Heger hewqas kurdên xwefiroş nebûna berdevk û hevalên dijmin.
Heger her şev bi sedan kurdî di telewîzyonan da şerê gelê xwe nekirana.
Heger serok û siyasetmedarên me biaqiltir bûna.
Û heger kurd jî hewqasî nebûna mubtelayê tirkî, hal û ehwalê me nuha gelkî
baştir bû, nuha em hewqasî ne bêhêvî û reşbîn bûn.
Lê gava nîvê meriv bibe hevalê dijmin.
Rêberên meriv ne tu rêber bin, rêya rast nizanibin û tim bixalifin.
Û milet jî bi zimanê dijmin bi hev ra bipeyive û zarokên xwe bi zimanê dijmin mezin bike, bêguman merivê têkeve deprasyonê.
Heger di vî halê kambax da em dilşa û bextewar bin, ji halê xwe, ji partî û serokên xwe û siyaseta wan razî bin em dîn in, em nizanin çi hatiye serê me.
Dibê em xwe baştir bikin.
Dibê serokên me siyaseteke bêtir netewî bimeşînin, li hemberî dijminên xwe bi tivdîr û bi tifaq bin.
Heger em dixwazin ji vê deprasyonê xelas bibin û ruyê me hinekî bikene, dibê em xwe asîmîle nekin, zarokên xwe nekin tirk, kurdî bikin zimanê xwe yê rojane û siyasetê, bikin zimanê xwe yê jiyanê ...
XXX
Meriv hinekî bînfireh, bi tolerans be baş e. Dibê meriv tim
û tim nebêje fikir û baweriya min a herî rast e.
Em zanin carnan hin tiştên meriv wek navê xwe ji rastiya wan bawer e, dû ra şaş derdikevin.
Lê murîdên siyasî tim û tim rast in û bi heq in. Şêxên wan çi bike, çi bibêje, rast dike, rast dibêje, û karê wan jî parastina serok û şêx e.
XXX
Ez tim dibêjim, heger em bi tifaq bin hêza me ewê sed qatî
zêde bibe û dijmin û mixalifên me jî ewê bêtir motajî me bin.
Hêz di yekîtiyê da ye. Yekîtî, tifaq li kara me hemû kurdan û hemû partiyan
e.
Dibê carnan em bi hev ra bin û bi tifaq hereket bikin. Dni 23ê hezîranê da li Stenbolê dibê em wer bikin, em gotina xwe û hêza xwe bikin yek.
Gerek em vê hêza xwe ya mezin belaş nekin xizmeta xelkê, belaş heder nekin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar