Her tim nivîsên siyasî nabe, xwendevanan diwestîne. Ji bo wê, ez di ber ra her roj heyranokekê û pêkenînekê jî dinivîsim û carnan jî nivîsên mîzahî.
Li gorî lêhatinê ye, dibê wezna wê were...
Wek şexs ez ji mîzahê(humorê) pir hez dikim û gava wezna wê tê dikim, di kirinê da texsîr nakim.
Hin rojan jî ez nivîsên mîzahî yên li ser jiyana xwe ya rojane jî dinivîsim, qala xwe û xanima xwe û bûyer û gelşên rojane dikim.
Qey carnan ez pir zêde dikim, dilê xwendevanan bi min dişewite û hinek jî tew min bi tirsonekiyê û bi serpîrektiyê tometbar dikin.
Mîzah û henekên ez dikim di nava kurdan da ne normal e, kalekî 70 salî dibê cidî be û nivîsên cidî binivîse. Hinê caran ez derdikevim derî vê adetê.
Do min bi henek qala paqijiya paceyên(pencereyên) malê kir. Min got xanim
nahêle ez rojekê rehet bikim, gav û saetê ji min ra karekî dibîne, îro jî pace
bi min da paqijkirin.
Kekê minê hêja Samî Namî, îro telefonî min kir, got kêfa wî gelkî ji nivîsa min ra hatiye û ji xwanima xwe ra xwendiye. Ez pir kêfxweş bûm...
Lê feqîro bi destê xwe kevir û kuçik li xwe barandiye. Bi xwendinê ra xanima wî jê ra gotiye, ma tu hîn rûniştiye, de zû rabe tu jî wek kekê Zinarê Xamo zend û bendên xxwe vemale û wek şêran van pacên me yên ji qilêr û gemarê reş dikin paqij bike; wek peyên xelkê tu jî rojekê karekî bike...
Bêşanso gava telefonî min kir ji hal da ketibû, got weleh ji vê sibehê da ye ji kar min hîn nig di bin xwe ve nekiriye, pişt li min nbûye nêk. Birayê ezîz, ev çi bela bû te anî serê min?
Bi rastî dilê in pê şewitî...
Nivîsa min ji xanima wî ra bûye wek jê ra loto lêxe û ji kekê Samî Namî ra jî bûye sebebê karekî giran.
Ji ber ku bi nivîsa xwe ez bûm sebebê vê yekê ez li ber ketim.
Lê li alî din jî ji ber ku xêra min gihîşt xanimeke kurd û barê wê hinekî sivik kir, ez pir kêfxweş bûm.
Yek ji pîrên mîzaha îngilîz Bernard Shaw gotiye, ”heger tiştên min bi mîzahê gotine min bi cidîyet bigota ezê bihatama kuştin.”
Di nava me kurdan da mîzah bi qasî Rojava ne pêşketî ye. Li Ewrûpa, bi taybetî jî di nava îngilîzan da mîzah û nuktedanî beşekî siyasetê ye.
Lê ne bi qasî îngilîzan be jî di nava me da jî pirîskên mîzahê heye û heta ji min tê, di nivîsên xwe da bi kar tînim û hewil didim vê kulturê di nava kurdan da belav bikim.
Nivîsên min yên li ser min û xanimê û li ser jiyana min ya rojane hin numûneyên vê hewildana min in.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar