Tirkiye bi dagirkirina welatê me û zulma li me dike nayê
serî; viya hindik dibîne, ne ku dixwaze me tenê bike tirk, ew li pey hemû kurda ye.
Tirkiye wek dewlet bi hemû îmkan û dezgehên xwe ve 24 saetan li pey kurdên her çar perçeyên Kurdistanê ye, hemû kurdan neyarê xwe dibîne û lema jî her derê kurdan terorîze dike û dixwaze hemû kurdan ji dinyayê rake.

Li bakur zindan tije kurd kirine, wek kabûsekî ketiye ser
dilê kurdan, nahêle kurd bîna xwe bigrin.
Li rojava û li başûr bi topbaran û bombebaranên her roj
kurdan terorîze dike.
Li Ewrûpayê, li her welatê dinyayê li pey kurda ye, bela xwe
di kurdan dide.
Îran, Îraq û Sûriye jî dijmin in û welatê me dagir kirine û
xêra me naxwazin.
Lê ew wek Tirkiyê 24 saetan wek kûçikên nêçîrê ne li dû hemû
kurdan in.
Tenê Tirkiye wiha ye, tenê Tirkiye û tirk dixwazin koka me
biqelînin û li dinyayê kurdek nemîne.
Lema jî neyarê me yê herî xedar, marê herî bi jahrî Tirkiye
û tirk in. Heger ji me were dibê berê em serê vî marê herî bi jahrî, herî
tahlûke bipelixînin. Wezîfeya her kurdî ya sereke ev e.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar