27 april 2019

Piştî hewqas kar nabe ez pesnê xwe nedim !


Piştî hewqas kar û xebat dibê ez hinekî jî pesnê xwe bidim. Ez dibêjim min ev yek heq kiriye.

Wek min vêsê jî got, me îro paqijiya hawirdora xwe kir. Bawer bikin ez ji xortan kêmtir nexebitîm. Çend karên du sê xortên wek fêrizan ji heq derneketin min kir.

Min got bira swêdî, sirb, erb û tirk nebêjin kurd tembel in, lema min ji wan bêtir xwe dayê.


Û dema sosîs, xwarin û vexwarinê jî me devê xwe bi tiştekî nekir, ez û xanim çûn geriyan. Cîranên min ên swêdî û sirb israr jî kirin min nexwar, min got emê herin bigerin.

Îro em hinekî zêde, tam du saetan geriyan. Piştî em hatin mal, îcar jî dest bi danîna kulîlkên xwe kir. Lê temam nebû, kulîlkên me kirîbûn hindik bûn. Sibe emê herin çend hebên din bikirin.

Bi kurtî îro min pişta xwe rast nekiriye, ez wer xebitîme. Çaxa ez zarok bûm qet nayê bîra min kalên 70 salî dixebitîn. Lê ez guh nadim sal malan, ez hîn jî bi çavê xortan li xwe dinêrim, lema kal nabim. Çimî dilê min û mejiyê min xort e, ji bo wê jî sal min kal nakin.

Heger hûn dixwazin xort bimînin xwe kal û pîr his nekin, tim wek xortan bifikirin û hedefên xortan bidin ber xwe.

Îro roja paqijiyê ye. 

Bîstek din, saet di neha da paqijiya hawidor heye. 

Ev çend sal bûn lawikê me yê biçûk Rojen ji dêl min ve diçû, îro karê wî heye, nikane here. 

Lema jî cilo kete milo, dibê ez û xanim rabin herin.

Berê, di sala 2003a da gava em hatin vir, piranî swêdî bûn, her kes dihat. 

Lê nuha xerîb pir bûne. Bi taybetî jî ereb. Lema jî kes kêm kes tên. Wê demê jî bare kesên hatine giran dibe.

Ji bo teşwîqê piştî nîvro sosîs(sunciq)dibrêjin, bîra û şerabê îkram dikin. 

Hemû ji kîsê komelê. 

Lê yên nayên kar tên sosîsê xwe dixwin, şerab û bîra xwe jî bi ser da vedixwin.

Yanî wexta kar rû diguherînin, wexta xwarinê kevçî tînin.

Meriv hindik bipeyive û zêde guhdarî bike baştir e, bi guhdarîkirinê meriv tiştên nuh dibihîze û fêr dibe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar