Di 12 salên min yên blogeriyê û di medyaya sosyal da tiştê min fêm kiriye
parvekirinên kurdên bakurê Kurdistanê jê hez dikin hene û yên jê hez nakin û naxwînin hene.
Parvekirinên kêfa wan jê ra tê û dixwînin bi piranî ev in:
-Risim.
-Pîrozkirina rojbûnan.
-Sersaxîxwestina miriyan.
-Parvekirinên ger û seyranan.
-Şiîr, çîrok.
-Lêkolîn.
-Mîzah, pêkenîn.
-Pîrozkirina kitêban.
Û tiştên jê hez nakin û pê aciz dibin jî ev in:
-Rexnekirina şexsan.
-Rexnekirina partiyan.
-Nivîsên siyasî.
-Nivîsên li ser îslamê û hêzên îslamî.
-Rexnekirina partiyan.
-Nivîsên siyasî.
-Nivîsên li ser îslamê û hêzên îslamî.
Bi rexnekirina partiyekê hinek kêfxweş dibin, lê hinek jî
hêrs dibin û meriv dijmin îlan dikin. Lema jî rexnekirina partiyan, bi taybetî
jî rexnekirina hin hêz û partiyên mezin pir tahlûke ye.
Dibe ku hin tiştên din jî hebin, lê yên hatin bîra min ev in.
Netîce, meriv kane bibêje kurdên bakur ji dîskursên siyasî, ji şer û teşxelê, ji rexneyên bêfeyde û gelek caran jî bi zirar aciz bûne û naxwînin. Ji dêlî wê, nivîsên edebî, henek, risim, şiîr û tiştên ne siyasî û ”bêzirar” tercîh dikin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar