15 april 2019

Ji zû da ye min xatir ji tirkî xwestiye


Gelek kurdên bi tirkî û kurdî dinivîsînin hene. Kî bi kîjan zimanê dinivîsîne azad e. 

Lê ez ne bi tirkî dinivîsînim û ne jî qebûl dikim kes parvekirinên min bi tirkî şirove bike. Yên min taqîb dikin vê prensîba min zanin.

Ji ber wê ye gava ez şiroveyên bi tirkî radikim dibê kes xwe aciz neke.


Ez erebî û farisî jî qebûl nakim.

Ev 12 sal in bloga min heye û di medyaya sosyal da aktîv im, min tu carî ji vê prensîba xwe tawîz nedaye.

Di mala min da yanî di mapera min da tenê bi kurdî tê peyivandin, ez ev im, yê li dijî vê şêla min e ne mecbûr e min taqîb bike.

Ji zû da ye min xatir ji tirkî xwestiye, heta mecbûr nebim tu carî bi tirkî napeyivim. 

XXX
Dîtina dost û hevalê bi rastî heval gelkî jî zor e, jê ra wext û zeman lazim e, dibê were cerbibandin. Lê gava meriv dît jî dibê meriv wek rohniya çavê xwe qîmetê bidê.

Em zanin bira kane hertim ne dosta be, lêbelê dostê rastîn hertim bira ye. 

Mewlane gotiye, ”heval ne kesê gotina tahl dibêje, gotina tahl şîrîn dibêje.”

XXX
Li Tirkiyê Wezareta Perwerdê gotiye ewê 20 hezar mamosteyî bigrin kar.

Ji bo erebî ewê190 mamosteyî bigrin kar.
Lê ji bo ”birayên Erdogan yên kurd” jî ne yek mamoste.
Miletê hebûna wî neyê qebûlkirin bêguman mamosteyê wî jî tuneye.

Kurdê herî totikvala jî dibê êdî fêm bike ev dewlet, ev hukûmet neyarê miletê kurd e, dixwaze kurdan bike tirk. Ev jî bi asîmîlasyonê mimkûn dibe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar